Di salvegera Rizgarkirina Şengalê de TAJÊ Kongreyê li dar dixe

  • 13:14 13 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ' di salvegera rizgarkirina Şengalê de ji bo ku rêxistinbûna xwe mezin bike kongreyê li dar dixe.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku piştî rizgarkirina Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hate avakirin, di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe li dar dixe. TAJÊ ku di 9’ê Îlona 2019’an de yekemîn kongreya xwe li dar xist, bi dirûşmeya “Em ê bi parastina xwe ji fermanê azadiya jinê û civakê misoger bikin” 2'Emîn kongreya xwe li dar dixe.
 
TAJÊ ku di salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xw li dar dixe, tê payîn ku di kongreyê de bi bernameyeke berfireh û biryarên nû têkoşîn û xebatên xwe diyar bike.
 
Hîn li ku ne ne diyar e
 
Bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an re Êzidî di komkujiyeke mezin re hatin derbskirin. Jinên Êzidî bûne qurbaniyên herî mezin ên ferman û sedsalê. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin. Heta niha jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî li ku ne nayê zanîn. Jinên Êzidî hêrsa xwe veguherandin tolhildaneke mezin û hêza parastinê ya bi navê YJŞ’ê ava kirin. Jinên Êzidî yên ku piştî hêzên parastinê di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de hatin cem hev, têkoşîna xwe ya ji bo rêxistinbûnê berdewam kirin. Li gel xwerêxistinkirina jinan, TAJÊ bi awayekî aktîf hewl da jinan di hemû sazî û rêxistinên têkildarî xwerêvebirinê de cih bigirin û di rêveberiyan de pergala hevserokatiyê pêş xist. Bi perwerdekirina jinên pêşeng re gelek jinên pêşeng anîne pozîsyona pêşengtiyê ku jin di her qadê de cih bigirin.
 
PDK reviyabû
 
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê ji bajêr reviyan û Êzidî bêparastin man. Êzidiyan reva PDK'ê weke 'îxaneteke mezin' bi nav kirin. Şengal di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêşengiya endamên HPG-YJA STAR, şervanên YPG-YPJ’ê û komek ciwanên Êzidî hate rizgarkirin.