Li Sêgirkê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 12:07 13 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê  Dîlan Bîlen bi awayekî bi guman jiyana xwe jidest da.
 
Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê Dîlan Bîlen bi awayekî bi guman şevîdin jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Dîlan ji ber ku xweîn çûye ser mêjiyê wê rakirine nexweşxaneya Şirnexê û 3 roj li nexweşxaneyê hatiye dermankirin. Tevî hemû mudaxaleyan Dîlan şevîdin jiyana  xwe ji dest da. Her wiha hat îddiakirin ku mêrê Dîlanê pê re hatibû zewicdandin tundî lê dikir.
 
Cenazeyê Dîlanê îro hate definkirin.