Di hefteyekê de 8 jin hatin qetilkirin

  • 11:50 13 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistan û Iraqê di nava hefteyekê de 8 jin hatin qetilkirin.
 
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê tundiya li jinan û qetilkirin jinan zêde dibe. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di hefteya dawî de 8 jin hatine qetilkirin.
 
Di 8’ê Mijdarê de li Taxa Tavge ya Silêmaniyê jina bi navê Derya Caf ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. Di heman rojê de li taxa Kazimiye ya Bexdayê kesekî dayîk û du xwişkên xwe kuşt.
 
Di 10’ê Mijdarê de li Taxa Qulerisî ya Silêmaniyê jinek ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicdandin ve hat qetilkirin, di 11’ê Mijdarê de li Taxa Bekireco ya Silêmaniyê mêrekî dayika wê kuşt. Di 12'ê Mijdarê de li Taxa Nemaniye ya bajarê Wasitê kesekî dayik, bav û dapîra xwe qetil kir.