ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 13 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Jinên beşdarî Komcivîna Stargehên  Jinan bûn, anîn ziman ku divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û bi vê yekê pêşî li komkujiya jinan bê girtin. DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Oznur Deger diyar kir ku di serdegirtina malan de û pêvajoya emniyet û dadgehê de bi gotinên ‘dewlet ez im’ re hatiye rûhev û got: “Di encama hemû kesê hatin pêşberî min û gotin ‘dewlet ez im’de, min ji xwe pirsî ‘çend dewlet’ û pirsek din di hişê min de, dewlet kî ye?
 
*Desthilatdariya ku dixwaze serî girtinê bike bin ewlehiya qanûnî, ji 2009’an heta niha çima der barê qetilkirina jinan de daneyan parve nake? Derdekî çapemeniya alîgir yê wiha jî tune ye. Li gorî çi li gorî kê girîngiya nûçeyê heye ger ku bê pirsîn bersiv diyare. Lê ya baş hun ser her tiştî bigirin. MEDYA KRÎTÎK