'Ji bo tedawiyê divê Ozge Ozbek bê berdan'

  • 16:05 12 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek daxuyanî da û diyar kir ku berdana wê ji aliyê ATK’ê ve tê astengkirin. 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 427’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Dermankirin maf e nayê astengkirin û girtiyên nexweş bila bên berdan" hat vekirin. Hevseroka ÎHD'a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. 
 
Sevîl  destnîşan kir ku 6 sal û 3 meh ceza li Ozge Ozbek hatiye birîn û beriya bê girtin li Amedê wek karmendek dewletê dixebitî. Sevîl da zanîn ku ûr di serê Ozbek de ye û li gel rapora wê ku nexweşxaneyê daye wê “nikare di hefsê de bimîne” jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora wê qebûl nake û berdana wê asteng dike. Sevîl diyar kir ku Ozge Ozbek nikare pêdiviyên xwe rojane bi cih bîne û mafên wê tên binpêkirin. Sevîl Turgut got tedawiya Ozge Ozbek nayê kirin û xwest ji bo tedawiya wê bê kirin demildest bê berdan.