Li Şirnexê jinan starta 25’ê Mijdarê da

  • 15:37 12 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê ya Cîhanê li navçeya Qilebanê ya Şinexê starta xebatên xwe dan. Daxuyaniyê de parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr destnîşan kir ku li dijî tundiyê têkoşîna jinan raperîn e.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê re ya Cîhanê li navçeya Qilebanê ya Şinexê starta xebatên xwe dan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên rêxustinên navend û navçeyên Şirnexê yên HDP’ê tevli bernameyê bûn.
 
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî bernameyê bûn wêneyên Nagîhan Akarsel, Jîna Amînî, Denîz Poyraz. Hevrîn Xelef, Pinar Gultekîn,Sakîne Kultur û jinên ku hatine qetîlkirin hilgirtin. Her wiha jinan pankarta “Li Dijî Faşîzmê û Qirkirina Jinan, Dem Dema Azadiya Jinê ye” vekirin.
 
Jinan xwestin starta xebatên xwe bi meşekê bidin destpêkirin. Lê belê ji hêla polîsan ve hatin asteng kirin. Her wiha dayikên aştiyê xwestin li rêxistina navçeyê ya HDP’a Qilebanê nimêja xwe bikin. Lê polîsan dayik asteng kirin û wan jî li derve nimêja xwe kirin.
 
Jinên ku ji hêla polîsan ve hatin astenkirin rastî êrîşên polîsan hatin. Li dijî êrîşkirina polîsan jinan dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Ne ji jinan ji kujeran re barîkat danîn” berz kirin. Her wiha jinan bi çalakiya rûniştê jî êrîşên polîsan protesto kirin. Polîsên ku êrîşên xwe re berdewam kirin kêşana rojnanegeran jî asteng kirin.
 
Piştre jin ji ser kolana Qilebanê heta ber avahiya HDP'ê meşiyan. Li wê derê jî polîsan jin asteng kirin û êrîş kirin.
 
Jinan li Qada Newrozê ya Qilebanê daxuyanî dan. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’ê Guler Tunç ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Ji xwîşkên Mirabel heta Sarayan; ji Sêvêyan heta Aysel Doganan û Jîna Eminiyan. Ev dengê ku Nagîhan diqîre, ligel felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ya ku ji Îranê dest pê kir û li tevahiya cîhanê belav bû, her ku diçe bilindtir dibe. Wek TJA, îsal, em careke din bi angasta xwe ya 'Sedsala 21'emîn de bibe sedsala jinê!' 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî pêşwazî dikin.
 
Ji ber ku tayek porê wê vekirîbû jina kurd Jina Emînî ji aliyê polisen ehlakê yên Iranê ve bi awayekî hovane rastî tundiyê hat û di bin çavan de hat qetilkirin. Li Îranê tundiyeke sîstematîk heye, ev amûrên tundiyê hevdu bi hêztir dikin wekî: dewlet, malbat û ol... Yek ji Rol û mîsyona 'Polîsên Ehlakê' jî ew e ku di jiyanê de hemû qadan ji jinê re teng bike û wekî amûreke zorê li ser azadiya jinê bisekine û hebûna jinê bi zordariya xwe têk bibe.
 
Li Îranê têkoşîna naskirin û azadiya kurdan xwe digihîne beriya Komara Îslamê, nijadperestiya Îranê navendiyeke farisî di xwe de di hewîne û tunekirina nasnameyên ne Îranî û bişavtina wan esas digire. Piştî sala 1979'an Kurdistan di bin polîtîkayên ewlehiyê û militarizasyonê de maye. Ji ber vê jî berteka dewletê ya li hember berxwedêrên Kurd ne tesadufî ye.
 
Pirsgirêkên li dora jinê tên jiyîn pirsgirêkên herî bi kriz û kaotik in. Beriya ku pirsgirêkên jinê neyên çareserkirin tu pirsgirêkên civakî ji ne gengaz in ku bên çareserkirin. Ji ber vê jî xeta azadiya jinê û têkoşîna wê ji bo têkoşîna yekbûna gelan û baweriyan roleke pêşeng dileyize.
 
Bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' gel rabûn ser piyan. Qetilkirina Jina Emîni bû dilopa herî dawî ya bê edaletî û zilma li ser serê civakê dihat meşandin. Bu sedema hêrseke bêhempa. Cara ewile ku li Rojhilata Navin raperîneke bi vî awayî qewimî.
 
Daxwaz û xwestekên hemû cudahiyan yên wekî azadî, demokrasî û wekheviyê li derdora dirûşma 'jin, jiyan, azadî' kom bû. Hêz da hevdu û hevpariyek ava kir. Bi xeta azadiya jinê Şoreşa Rojhilata Navîn dê wekî Şoreşa Jinê teşe bigire.
 
Em di pêvajoyeke wisa de ne ku êdî hejmara jinên ku di rojekê de ji aliyê pergala desthilatdar a mersalar, failên mêr ve tên qetilkirin nayê hesibandin. Bi sepanên ku tundiyê meşru dikin, polîtîkayên zayendparêz û li dijî jinan, qirkirina jinan tê pêkanîn. Di şexsê Şule Çet, Fatma Altinmakas, Emîne Bulut, Ceren Damar, Muzeyyen Boylu, Leyla Karaaslan de tevahiya jinên ku ji aliyê pergala serdest a mêrsalar û failên mêr ve hatine qetilkirin, tevahiya jinên ku tundî li wan hatiye kirin serhildana me ne, sedema têkoşîna me ne! 
 
Di nava vî şerê qirêjî yê ku li hemberî hebûna jinê hatiye destpêkirin de, wek Kurdekê û wek jinekê, Jina Amînî, ya ku ji aliyê rejîma molayê ve hat qetilkirin jî nîşaneya herî şênber a vê yekê ye ku pergala ku di rewşeke kaotîk de ye encax bi berxwedana jinan û berxwedana gelan dikare hesab bide. Li ser vê bingehê em berxwedana jinan û gelan a li Îranê silav dikin."
 
‘Ji jinan ditirsin’
 
Piştre parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û diyar kir ku desthîlardar li hemberê têkoşîna jinan dê têk biçin û got: “Li Qilebanê şerekî taybet heye. Berîya 6 mehan Berîvan Alturk bi keça xwe re li kolanê bi awayekî hovana hate qetîlkirin. Ew kamera û mobeseyên ku her deqe dixebitin qetlîkirina Berîvanê nedîtin.  Lê belê ew kamera û hêzên dewletê ji ber ku em balê dikişînin ser qetîlkirina jinan me dorpêç dikin û êrîşî me jinan dikin. Şdeta herî mezin li me tê kirin. Lê bersiva me li hemberî vê êrîşê  raperîn e. Ev zêdebûna êrîşan jî nîşsn dide ku ji jinan ditirsin. Ji ber vê jinên pêşeng hedef digirin û wan dîl digirin. Lê bila bizanibin ku we çawa hetanî niha bersiv negirtiye hûnê ji niha û pêde jî nikaribin bigirin.”
 
Daxuyanî piştî axaftinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
Asya Yuksel hat bîranîn
 
Piştî daxuyaniyê jinan serdana gora Asya Yuksel a ku di pêvajoya qedexeya derketina derveyî ya di sala 2016’an de jiyana xwe jidest dabû kirin. Di serdanê de Nuran Îmîr axivî û Asya Yuksel bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşîna jinan da.