Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn

  • 14:46 12 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û li aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya ya heftane li dar xistin û li aqûbeta windayan pirsin û banga pêkanîna edaletê kirin. 
 
Amed 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 718’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqubeta Alî Tekdag ê di 13'yê mijdara 1994'an de piştî li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hate binçavkirin û dû re hate windakirin pirsîn.  
 
Xwişka Alî Tekdag ku hatiye winda kirin Îffet Mûtaş a axivî, bi lêv kir ku hetanê xwîna xwe ya dawiyê ew dê pey kesên hatine windakirin bin. Îffet, diyar kir ku ew hestiyên birayê xwe dixwaze û ew biçe jî dê zarokên wan pirsa windakiriyan bikin. Îffet di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku birayê min hatiye binçavkirin lê dewlet hêj jî înkar dike. Ez heqê xwe helal nakin. Em xilas nabin, em pir dibin, şîn dibin û na qedin. Birayeke min jî sala 1993’yan hate qetilkirin. Em gor û hestiyên xwe dixwazin. Heta faîl neyên cezakirin em dest ji tekoşîna xwe bernadin.”
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Alî Tekdag ê di 13’yê mijdara 1994’an de li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hatiye windakirin xwend. Firat, xwest ku berpirsyar bên tespîtkirin û darizandin û ji bo Alî Tekdag edalet xwest. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di çalakiya ku rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên Bajêr, Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan û endam û rêveberên ÎHD'ê tevli bûn de, aqûbeta Ahmet Yetîşkîn ê di 14'ê mijdara 1994'an de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Abdûrrezak Katmaz, diyar kir ku heta faîl bên dîtin wê aqûbeta windakiriyan bipirsin. Abdûrrez, dû re çîroka Ahmet Yetîşen ê hate windakirin xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.