Dayikên Şemiyê bertek nîşanî bêdengiya 29 sale didome dan

  • 14:29 12 Mijdar 2022
  • Rojane
 
İSTANBUL- Dayikên Şemiyê di 920'emîn hefteya çalakiya xwe de bal kişandin ser dosyaya Uzeyîr Kurt ku 29 sala berdewam dike û polîtîkayên bêcezahiştinê.  
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 920'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta bavê 7 zarokan Uzeyîr Kurt ê di 25'ê Mijdara 1993'an de di serdegirtina gundê Bîrikê yê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin, pirsîn. Daxuyanî ji aliyê xuşka Hasan Ocak ê hat qetilkirin Masîde Ocak ve hat xwendin.
 
Masîde da zanîn ku di roja binçavkirina Uzeyîr Kurt de di serdegirtina gundê Bîrikê de li gelek malan lêgerîn hat kirin û piştî serdegirtinê Kurt û 13 gundiyên din hatin binçavkirin. Ocak anî ziman ku Kurt ê li gund li mala xizmê xwe hat binçavkirin, ji ber dewamkirina operasyonê 2 roj li malê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye girtin û di 25'ê Mijdarê de dayika Uzeyîr Kurt, Koçerî Kurt jî cixare, gore û sako ji bo lawê xwe biriye wê malê. Ocak diyar kir ku ji bilî Kurt di 26'ê mijdarê de gundiyên din hatine berdan û ji wê rojê heta niha agahî ji Kurt nayê girtin.
 
Biryara neşopandinê 
 
Masîde anî ziman ku Koçerî Kurd di 30'ê mijdara 1993'an de serî li Serdozgerê Komarê ya Bismilê Ridvan Yildirim daye û xwestiye lawê wê li ku tê ragirtin bê lêkolînkirin û wiha got: "Dozger jê re gotiye ‘îhtîmal heye ku kurê wê ji aliyê terorîstan hatiye binçavkirin û revandin’ heye. Koçerî Kurt ku li Bismilê tiştek bi dest nexist, di 14'ê kanûna 1993'yan de serî li Serdozgeriya DGM’ê ya Amedê da. Li wir jî hat bersivandin ku tu qeyda binçavkirina Uzeyîr Kurt tune ye. Di 21'ê adara 1994'an de Serdozgerê Komarê yê Bismilê bi hinceta ‘sûc ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin’ biryara neşopandinê dide. Lê belê, ne cendirme û ne jî dozgeriyê ji bo ku vê texmînê bipejirînin, daneyên berbiçav dernexistin. Malbata Kurt ku ji serlêdanên xwe tu encam negirtin, di 11'ê gulana 1994'an de serî li DMME’yê daye.”
 
Tirkiye hat mahkumkirin
 
Masîde da zanîn ku piştî serlêdana malbatê ya DMME’yê biryar hatiye dayîn û DMME’yê bûyerê piştrast kiriye û ji ber binpêkirina mafên mirovan Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Masîde diyar kir ku tevî vê biryara DMME’yê jî Serdozgeriya Komarê ya Bismilê di 21’ê mijdara 2014’an de lêpirsîna ku bi rê ve dibir de biryara neşopandinê daye û Dadgeha Amedê jî îtîraza li dijî biryara dozgeriyê hatiye kirin, red kiriye. Masîde destnîşan kir ku bi kurt û kurmancî 29 sal in di dosyeya Uzeyîr Kurt de înkar û bêcezatî berdewam kir û ew daxwaza xwe ya aqûbeta Uzeyîr bê eşkerekirin û lêpirsînek bi bandor derbarê vî sûcî dijmirovî de bê destpêkirin dubare dikin.