Partiya Çepgir dijî çekên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin
- 14:15 12 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepgir a Swêdê dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve kampanayek bi navê "Tu jî dengê xwe bilind bike" da destpêkirin.
Êrişên dewleta Tirk a li hemberî başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li seranserê Kurdistan û cîhanê nerazîbûna dijî bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dike. Bi vê minasebetê Partiya Çepgir a Swêdê ve ji bo balê bikişîne ser sûcên şer ên bi madeyên kîmyewî li herêmê pêk tîne, kampanyayeke bi vîdeo da destpêkirin.
Berdevka Partiya Çepgir a Upsalayê Ylva Larsdotter got: “Em dixwazin bi vê vîdeoyê bala we bikşînin. Rapor hene ku dibêjin Tirkiyeyê bi madeyên kîmyewî sûcê şer li kurdan kiriye. Tu jî vîdeoyekê bikişîne û li ser medyaya dîjîtal dengê xwe bide bihîstin.”
Alîkarê Yekemîn ê Şaredarê Bajarê Mezin Tobîas Smedberg jî wiha axivî: “Dewleta Tirk 39 sal in operasyonên dagirkeriyê yên leşkerî dimeşîne û niha jî raporên bikaranîna kîmyewî tên ber destê me. Ev rewşeke gelekî giran e û divê bala cîhanê bikişîne.”
Parlamentera Îlona Szatsmari Waldau wiha diyar kir: “Divê li ser raporan were sekinandin. Bikaranîna çekên kîmyayî sûcekî şer, sûcekî li dijî mirovayetiyê ye û sûcekî hiqaûqa navneteweyî ye.”
Endama Desteya Rêveber a Partiyê, Yekbûn Alp jî ev peyam da: “Partiya Çepgir hiqûqa navneteweyî û mafên Gelê Kurd diparêze. Sûc tenê bi bêdengiyê tên kirin û tên jibîrkirin. Lewma hûn jî dengê xwe bilind bikin.”