Jinan Nagîhan Akarsel bi bîr anîn û starta 25'ê Mijdarê dan

  • 15:12 11 Mijdar 2022
  • Rojane
 
KONYA - TJA'yê Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da. 
 
Tevgera Jinen Azad (TJA), bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina li ser jinê niha dema azadiyê ye" dê çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li dar bixe. Di vê çarçoveyê de jin çûn ser gora Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Jinên çûn ser gora Nagîhanê ya li Gundê Gulyazi ya navçeya Cihanbeyli ya Konyayê gotin ew ê dev ji têkoşîna azadiya jinê bernedin. 
 
Aktivîstên TJA'yê, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Gülistan Kılıç Koçyiğit, Şevin Coşkun, endamên PMa HDP'ê jinên ji atolyeya Jinolojiyê, Rêxistinên HDP'ê yên Enqereyê û hevalên Nagîhanê beşdarî bernameyê bûn. Polîsan gor dorpêç kirin. Jinan di nava dorpêça polîsan de beybûn û qurnefîl danîn ser gora Nagîhanê. Aktivîsta TJA'yê û ji Atolyeyên Jineolojiyê Derya Aslan li vir axivî û got wê têkoşîna Nagîhanê bidomînin. 
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku Nagîhanê bi 11 guleyan hat qetilkirin, ev gule li dijî têkoşîna jinên kurd bû. Ayşeyê da zanîn ew dev ji têkoşîna azadiyê ya jinê bernadin.
 
Piştre jin çûn serdana dayika Nagîhanê û ji gund veqetiyan.