'Nobeta Edaletê' ya malbata Şenyaşar 613 roj in berdewam dike

  • 15:11 11 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 613 roj in didome. Di çalakiya îro de malbatê anî ziman ku ji ber kesên êrişî wan kirine bi awayek adîlane nehatin darizandin 2 kesên din jî hatin kuştin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê' ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de daye destpêkirin di roja 613’yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê û bi vekirina pankarta li ser “Edalet” dinivîsand çalakiya xwe domandin. 
 
 Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û têkildarî kuştina 2 kesên li Pirsûsê axivî û got: “Edalet daxwaza hevpar a hemû kesên ku dixwazin wek mirovane bijîn e. Ji ber ku adîlane nehatin darizandin, kesên li Pirsûsê me qetilkirine ji malbateke din 2 kesên din jî qetil kirin. Her ku ev zilm bidome dê qetlîamên nû pêk bên.”
 
Ferît bang li rayedaran kir û ev tişt gotin: “Êdî vê dayikê bibînin. Bêhiqûqî û bêedaletiyek vekirî li holê ye. Kesên ku qetlîamê pêkanîne diyar in. Kî qetlîamê diparêzin diyar e. Êdî rastî aşkera ye. Em dixwazin ev yek bê vegotin.”