Binpêkirinên mafan ên li rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in

  • 12:54 11 Mijdar 2022
  • Rojane
  
NAVENDA NÛÇEYAN - KMMK'ê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên di xwepêşandanan raporek belavkir. Li gorî raporê, rejîma Îranê heta niha bi sedan kes binçavkirine, rê nade saziyên mafê mirovan û derfetên hatine ragihandin hatine astengkirin.
 
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) binpêkirinên mafê mirovan a ji aliyê dewleta Îranê li hemberî xwepêşanderên rojhilatê Kurdistanê yên di nava 55 rojan eşkere kir. Di raporê de KMMK’ê îşaret bi siyasetên dewleta Îranê yên di çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan dike û radigihîne ku dewleta Îranê bi awayeke rojane û sîstematîk mafên mirov ên welatiyan binpê kiriye û her ku diçe zêdetir dibe. KMMK'ê her wiha eşkere dike ku di nava 55 rojên xwepêşandanan de bi taybetî li rojhilatê Kurditanê herî kêm 130 jin û 645 mêr hatine binçavkirin û dibe ev hejmar û girtîn zêdetir jî be.
 
Her wiha têkildarê hejmara kesên heta niha hatine qetilkirin û birîndar bûne jî ev agahî parve kiriye; “Di berdewamiya bernameya sîstematîk a hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ya di çarçoveya tunekirin û qetlîama gel de bi taybetî tepisandin û qetilkirina jinan piştî Jîna Emînî ji aliyê van hêzan ve ku ji bajarên Seqiz û Dîwandere yên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û belavî hemû bajarên Îranê bû; gel ji aliyê hêzên dewleta Îranê bi taybetî li tevahî bajarên rojhilatê Kurdistanê bûn armanca rasterast guleyan. Li gorî raporên gihîştine ber dest 67 kes hatine qetilkirin û zêdetirê 37 kes jî birîndar bûne.”
 
Li gorî tor û rêxistinên mafên mirovan ên Îranê hejmara kesên hatine binçavkirin û girtin, her wiha yên hatine qetilkirin û birîndar bûne li seranserê Îranê pir zêde ne û  ev bîlanço her roj girantir dibe. Lê xwepêşandanên gelan jî tevî wan hemû binpêkirinên mafan û zextan bê navber didomin.