Wê bi deh hezaran kes li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin

  • 12:20 11 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyeyê ve, dê bi tevlibûna bi deh hezaran kesan li Dusseldorfê meşeke protestoyî bê lidarxistin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd – Ewropa (KCDK-E) dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyeyê ve a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, di 12’ê mijdarê de li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê meşeke protestoyî li dar bixe. Tê armancakirin ku zêdetirî 10 hezar kes tev li meşê bibe. Her wiha ji welatên Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swêd, Danîmarka, Norvêç, Fînlandiya û Ingilistanê jî dê bi hezaran kes beşdarî meşê bibin.