Bi KHK’ê 370 komele hatin girtin

  • 09:04 11 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Di çarçoveya îlankirina OHAL’ê de bi hejmara 677 ya KHK’ê ve gelek saziyên jinan jî navê de bi giştî 370 komele di mijdara 2016’an de hatin girtin.
 
Di çarçoveya îlankirina OHAL’ê de bi hejmara 677 ya KHK’ê ve di mijdara 2016’an de sazî, komele, çand û gelek qadên dinê de saziyên ku xebatan dimeşandin bi giştî 370 komele hatin girtin. Ji aliyê Wezîrê Karê Hindir ve xebatên komeleyan ku hatin sekinandin bi îdîaya “PKK/KCK, FETO, ÎŞÎD û DHKP-C” deriyê sazî û komeleyan hatin mohrkirin. 370 komeleyên ku hatin girtin jê 47 yên Amedê ne.
 
KJA hat avakirin
 
Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku hat girtin û mohrkirin, li dijî tundî, êriş û pergala bavik salar a ser jinê hat vekirin. Têkoşîna ku li dijî pergala serdest dihat dayin rastî astengiyan dihat û ji aliyekî ve jî bûn hedefa îktîdarê. Li dijî van hemû êrişan berxwedana ku di sala 2003’yan de bi Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) ve destpê kir, di sala 2015’an jî bi avabûna Kongreya Jinên Azad (KJA) re ev berxwedan berdewam kir.   
 
KURDÎ-Der ava bû
 
Komeleya ku hat girtin yek jî jê Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî (KURDÎ-Der) ye. di 25’ê tebaxa 2006’an de KURDÎ-DER a ku hat avakirin, weke komeleyek ku ji bo lêkolîn û pêşxistina akademik a zimanê kurdî li Tirkiyê hatiye damezrandin û armanca wê hînkirina zimanê kurdî ye.
 
Cemiyeta Rojnamegerên Azad
 
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) ku di 22’yê nîsana 2013’yan de avabû, di vê rojê de ku wek Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin, yekemîn rojnameya kurdî ya Kurdîstan derket. OGC ji bo sazîkirina yekîtiya çapemeniya kurd hate avakirin.
 
MEYA-DER
 
Di sala 2007’an de jî Komeleya Alîkarî Piştevanî û Çandê ya Mezopotamyayê ya Bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine (MEYA-Der), komeleyek e ku bi baroyan, TÎHV û ÎHD’ê re ji bo tesbîtkirina gêrîlayên winda û kesên kiryarên nediyar kar dikir û bi armanca tevkariyê li aştiya civakî bike hatibû avakirin.  
Navenda Çanda Dîcle Firatê
 
Navenda Çanda Dîcle Firatê ku di sala 2003’yan de li Amedê hat vekirin, li dijî polîtîkayên bişaftinê ya li ser çanda kurd tê meşandin, hat avakirin.
 
Ji bo êzidiyan komele hatibû vekirin
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava yek ji wan komeleyên ku bi biryara Wezareta Karên Hundir ve hat girtin e. Komeleya ku di sala 2013’yan de bi armanca alîkariya kurdên êzîdî yên ji ber êrişên çeteyên DAÎŞ’ê reviyan hat avakirin û piştre di sala 2014’an de bi navê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava hate sazkirin.
 
Li dijî bişaftinê afirandina NÇM’ê 
 
Di sala 1991’an de 9 şaxên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku ji aliyê rewşenbîr û nirvîskarên kurd û tirk ve bi hev re hatibû vekirin, hatin mohrkirin. NÇM’ê wê demê diyar kiribû ku dê gel û saziyên kurd li dijî zilmê li berxwe bidin. NÇM di sala 1991’an de ji aliyê komek rewşenbîr û hûnermendên kurd û tirk ve, ku di nav wan de Mûsa Anter û Îsmaîl Beşîkçû jî hebûn, hatibû avakirin. Şaxa NÇM’ê ya Taksîma Stenbolê, armanca wan parastina ziman, çand û hûnera kurdî bû.
 
Gelek komeleyên jinan jî hatin girtin
 
Di arçoveya OHAL’ê de saziyên ku hatin girtin de di nav de gelek saziyên jinan jî hebûn. Saziyên wek Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsûrê,  Komeleya Piştevaniya Jinan a Panayir a Bûrsayê, Komeleya Jinan a Cerenê, Komeleya Jinan a Heftreng, Komeleya Banê Jinan a Mûşê,  Komeleya Jinan a Selîsê, Komeleya Jinan a Wanê jî hatin mohrkirin. Digel ku piştgiriya hiqûqî, civakî, aborî û derînî dida jinên rastî tundiyê tên û her wiha li dijî zewaca zarokan jî têdikoşiyan. Bi girtina van komeleyan re saziyên ku piştgirî didin jinên mexdûrên tundiyê hatin girtin, kursên xwendin, nivîsandin, perwerdeyên hişyariyê û proje nîvco man.
 
Ji 370 komeleyên ku hatin girtin hin ji van ev in:
 
Kongreya Jinen Azad (KJA), KURDÎ-DER, Komeleya Zarokan a Gundemê, Komeleya Hiqûqnasan a Çagdaşê (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), MEYA-DER, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz , Komeleya Aştiyê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Panayirê,  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TAYAD), Komeleya Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Alîkariya Civakî û Çandî ya Koçberab (GOÇ-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ji bo Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED), Komeleya Mafên Demokratîk,  Komeleya Hevgirtin û Têkoşîna Karkerên Madenê, Navenda Çanda MED, Federasyona Mafan a Demokratîk, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava, Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Gultepe, Cemiyeta Rojnamegeên Azad (OGC), Navenda Çand û Hunerê ya Pale,  Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Çûkûrova, Navenda Çanda Dîcle Firatê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Bûroya Hiqûqê ya Gelan,  Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM).