612 roj in 'Nobeta Edaletê' didome

  • 14:43 10 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 612’yemîn de didome. 
 
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 612’yemîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li nobetê nebû lê kurê wê Ferît Şenyaşar nobet domand. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya heq û edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 612’yemîn de bênavber berdewam dike.”