ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 10 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Songul Guler, têkildarî komxebata jineolojiyê de diyar kir ku li wargehê xebatên wan bênavber didomin û got: “Xwenaskirin, xweavakirin û xwebûn bi jineolojiyê pêkan e. Di asta zanistî de heke em xwe nûve ava bikin ku em ê bibin xwedî li nasname, çand û hebûnekî.” BI DÎMEN 
 
*Parêzer Sezîn Uçar da zanîn ku armanca êrişa li hember pîşeya parêzeriyê ev e ku di esasa bîrdoziya dewletê de parêzer û baro bên teşekirin û got tê xwestin saziyên, xwestine der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bikin, bên beralîkirin. Sezînê bang kir ku divê baro û saziyên hiqûqî zêdetir dengê xwe bilind bikin.
 
*Malbatên ku zarokên wan di serdema qedexeya Cizîrê de di jêrzemînan de hatin qetîlkirin bertek nîşanî biryara AYM’ê dan û destnîşan kirin ku AYM sûcê Tirkiyê yê şer rewa dixe. DÎMEN HEYE
 
*DMME’yê der barê 13 parlamenteran de biryara binpêkirinê da. Parêzer Reyhan Yalçindag biryar nirxand û got hemû cezayên hatine dayîn bê hukum mane û got: “Di  rewşa biryarê pêk neynin wek biryara Kavala, wê prosedura bipêkirinê ya (AÎHS) û Statuya Konseya Ewropa hatiye avakirin pêk bê.”
 
*Di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê de dê li Qelqeliya Wanê di 12'ye mijdarê de meşek bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Denîz Oztekîn ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir û got: "Em ê dê li dora dirûşma 'Jin jiyan azadî' li hev bicivîn." BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’ê Guler Tunç, daxuyand ku ew ê starta xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê di 12 Mijdarê de li Qilebanê  bidin û destnîşan kir ku ew ê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinê.