Çalakvanên 'Nobeta Edaletê': Bila girtiyên nexweş bên berdan

  • 15:58 9 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" li Îzmîrê li ber Girtîgeha Kiriklarê pêk hat. Malbatên girtiyan banga serbest berdana girtiyên nexweş kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê 136 roj in berdewam dike. Malbatên girtiyan bi daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş û şermezarkirina betalkirina înfazê îro li ber Girtîgeha Kiriklarê kom bûn û çalakiya xwe li dar xistin. Malbatên girtiyan berdilkên li ser "Deng bide girtîgehan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin û dirûşmên “Bijîberxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Buca ya Îzmîrê tevlî çalakiya malbatan bû. 
 
Ji malbatên girtiyan çalakvan Fatma Surme axivî û got: "Em ji bo girtiyên xwe çalakiya xwe pêk tînin. Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Heke li girtîgehan tedawî nakin bila serbest berdin em wan tedawî bikin. Girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe hewcedariyên xwe yên rojane pêk bînin. Divê demildest ev girtî serbest bên berdan. Poşmanî li girtiyan ferz dikin û nahêlin ku girtiyên ku cezayên wan qediyane derkevin derve. Gelo dê heta kengê bidome. Divê êdî dilê dayikan neşewite. Bila dawî li tecrîd û îşkenceyan bê."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi dirûşmeyan bi dawî bû.