'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 611 roj in berdewam dike

  • 14:33 9 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar 611 roj in berdewam dike. Malbat tevî hewa sar jî çalakiya xwe pêk tîne diyar kir ku kujer xwe li pişt îktidarê veşartiye. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 611’emîn de de berdewam dike. Malbat tevî hewa sar jî ji navçeya Pirsûsê hat navenda Rihayê û li ber edliyê nobedê girt. 
  
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got: “Doza me ne doza partiyê ye. Doza me bi temamî mirovî ye. Divê her mirov xwedî li çalakiya me derkeve. Dîmenên kamerayê di îdianameyê de cih negirtine. Li holê sûcek mirovî heye. Divê kujer bên cezakirin. Dayika min dibêje heta ku lawê neyê berdan û edalet bi cih neyê wê ji vir nece. Daxwazên me bi temamî hiqîqî ye. Em li benda edaletê ne ku bi cih were. Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye. Divê AKP di vê mijarê de helwestek zelal nîşan bide. Heta ku AKP helwestek zelal daneyîne wê nikaribe derkeve nav xelkê Rihayê.”