'Nobeta Edaletê' ya Amedê li ber ATK'ê pêk hat

  • 12:43 9 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Di çalakiya "Nobeta Edaletê" de xwişka girtiyê nexweş Încî Guler axivî û diyar kir ku partiyên siyasî ji bo piştgiriyê soz dane wan lê soza xwe bi cih neanîne.
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, di roja 358'emîn de berdewam kir. Çalakî îro li ber avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê hat lidarxistin.  Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û endamên KESK’a Amedê jî ji bo piştgiriya malbatan di çalakiyê de amade bûn.
 
 Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî anî ziman ku ji bo piştgiriyê partiyên siyasî soz dabûn wan lê soza xwe bi cih neanîne û wiha got: "Tevî ku rewşa girtiyên nexweş girane jî gelek jî ji wan girtiyan jiyana xwe ji dest didin jî nayên berdan. Ev saleke em jî dibêjin girtiyên ku nexweşiya wan giran e bila bên berdan. Lê ji bo berdana girtiyan tu gavek erênî nehatiye avêtin. Banga me ji hemû partiyên siyasî re ew e ku piştgiriyê bidin me û xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Divê ne tenê em çar malbat li vir bûna. Qanûnên dewletê hene, daxwaza me jî ew ê ku bila qanûnên xwe pêk bînin. Banga me ji Wezîrê Dade re jî heye qanûnên we çi ne bila qanûnên we pêk bên.” 
 
Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.