Berxwedana gelan a li dijî rejîma Îranê berdewam e

  • 12:11 9 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî rejîmê bê navber berdewam dike. Hêzên rejîmê jî li gelek deveran êrîşî çalakvanan dikin û hewl didin ku çalakiyên tên kirin bidin sekinandin.
 
Li rojhilatê Kurdistan û Li Îranê bi giştî çalakiyên piştî qetilkirina jina kurd Jîna Amînî ku hatin destpêkirin bênavber berdewam dikin. Di çaroveya van çalakiyan de xwepêşandanên xwendekarên zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li hember dewleta Îranê jî didomin. Herwiha 
Li Esfehanê çalakvan daketin qadan û li ser dîwar ‘Komara celad ez kabûsê te me’ nivîsandin. 
 
Li Merîwanênê jî welatî di roja 3’yemîn a qetilkirina Nesrîn Qadir de daketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan. Hemwext li gelek kolan û kuçeyên taxên Tehranê jî xwepêşandan hebûn û welatiyan li dijî Komara Îslamî ya Îranê dirûşim berz kirin. Ji ber birîna xetên înternetê dîmenên çalakî û xwepêşandanan bi dest nakevin. Li bajarê Zahedan greva giştî hate ragihandin, deriyê dikan û bazaran nehate vekirin. Çalakvanên li Zanîgeha Şerîf a Tehranê li hev kom bûn û nerazîbûnek girseyî nîşan dan.  
 
Li ser dîwarê gelek mal û avahiyan Sine duh bişev jinan dirûşmên serhildana li dijî rejîmê nivîsandin. Her wiha greva mamoste û xwendekarên beşa zanistî ya bijîşkî ya Sine jî dewam dike.  Li gelek zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwendekaran nerazîbûn nîşandan û neketin dersan. Her wiha li kuçe û kolanan jî nerazbûnên xurt hebûn. Çalakvanan li kuçe û kolanan agir dadan û hêzên dewletê jî bi guleyan êrîş bire ser wan.
 
227 parlementerên Îranê bi daxuyaniyek hevbeş xwepêşandan û nerazîbûnên gel wek ‘Dijberê xweda’ bi nav kirin û daxwaz ji desthilatdariya dadwerî ya Îranê kirin ku cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên hatine girtin bi cih bîne.
 
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Dewleta Îranê jî bi deh hezaran kes kir nezaretê, bi hezaran kes jî girt ku di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.
 
Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.