Semînera ji bo Nagîhan Akarsel hat dayin, bi dawî bû

  • 19:30 8 Mijdar 2022
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Semînera ji bo Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat lidarxistin bi dirûşmên Jin jiyan azadî bi dawî bû.
 
Li Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê ji bo danasîna jiyana Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel a 4’ê Cotmeha 2022’an di encama êrişa çekdarî ya dewleta Tirk de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da, ji xwendevanan re, semînerek lidar xist. Bi dehan xwendevan beşdarî semînerê bûn. Her wiha li ser jiyana Nagîhan Akarsel sinevizyonek hat pêşkêşkirin. Jinên ciwan ên beşdarî semînerê bûn gotin, “Nagîhan Akarsel ji bo me têkoşera zanistê ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.” 
 
Xwendevana bi dirûşma Jin Jiyan Azadî semîner bi dawî kirin.