Li Qamişloyê ji bo Nagîhan Akarsel semînerek hat lidarxistin

  • 14:06 8 Mijdar 2022
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Xwendekarên Zaningeha Jineolojî ji bo danasîna jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel seminerek li dar xistin.
 
Bi dirûşma ‘Çareseriya demê; Jin, Jiyan, Azadî’ Xwendekarên Zaningeha Jineolojiyê ji bo danasîna jiyana Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de di encama êrişa çekdarî ya dewleta tirk de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da, ji xwendevanên Zanîngeha Rojava re, li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê, semînerek li dar xist. Jinên ciwan ên beşdarî semînerê bûn gotin, “Nagîhan Akarsel ji bo me têkoşera zanistê ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.”
 
Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Dada ya beşdarî semînerê bû Nagîhan Akarsel bi bîr anî, bal kişand ser êrişên dewleta tirk a li dijî jinên pêşeng û got “Ev êriş li dijî jinên pêşeng tirsa mezin a hêzên hegemon nîşan dide. Ji qetilkirina Jîna Emînî heta hedefgirtina rêheval Nagîhan Akarsel, heman şêwazê bû. Li ser vî esasî me xwest em rastiya jinên pêşeng û zanistnas wekî Nagîhan Akarsel ji xwendevanan re parve bikin, ji ber ku rewşenbîr û zaneyên pêşeroja me xwendekar in.”
 
‘Em ê bi berxwedanê bigihêjin azadiya xwe’
 
Xwendekara Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zehrîban Hisên a bal kişand ser felsefe û birdoziya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya jinên Kurd pêşengiya wê dikin, destnîşan kir ku xwedîderketina vê dirûşmê ji bo pergala mêr dewletê tirsek mezin ava dike û got; “Ji destpêka şoreşa jinê ve jinan di bin vê dirûşmê de li berxwe didin û ji bo azadiya xwe têdikoşin û îro jî em rêya wan dişopînin. Em ê bi berxwedanê bigihêjin azadiya xwe û ber bi azadiya hemû jinan û civakê ve bimeşin ji ber azadiya civak û jinê bi hev ve girêdayî ne. Nagîhan Akarsel ji bo me wekî xwenfdekarên Jineolojiyê, têkoşera zanistê ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.”