Yekane rê Tifaqa Ked û Azadiyê ye

  • 09:02 8 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Berdevka TOP'ê  Stenbolê Nîlay Kuş got Tifaqa Azadî û Kedê li dijî polîtîka şer û nerêvebrkirina desthilatdariya AKP-MHP’ê cih digire û got li dijî şerê ku desthilatdariyê daye destpêkirin yekane rê Tifaqa Ked û Azadiyê ye.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 6 partiyên çep-sosyalîst re di 24’ê îlonê de bi nexşerêya nû ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ îlan kir û di vî warî de tifaq ji bo gelan bû hêviyek mezin û rêbaza ‘Riya sêyem’ ji gel re hat dekleqerekirin.  Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) ya Stenbolê  ku ew jî nûnera Tifaqa Ked û Azadiyê ye, Nîlay Kuş ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Polîtîkayek ewlehiyê ya desthilatdariyê tune ye’
 
Nîlayê got hewl tê dayîn ku li ser Tirkiyeyê tabloyek reş bê avakirin û wiha dirêjî dayê: “ Ji xwe polîtîkayek ewlehiyê ya desthilatdariyê ji bo kedkaran tune ye. Komkujiya Bartinê mînaka vê bû.  Desthilatdarî wekê ku li welat tu pirsgirêk tune gotinan tîne ziman. ‘Krîza aborî tune ye, kar heye lê mirov naxwazin bixebitin. Ji ber vê betalî heye.’ Gotinên wisa ji rastiyê dur tînin ziman û dixwazin gel bi vê bidin bawerkirin. Lê gel bawer nake. Ji ber mirov rastiyê di jiyana xwe de dibînin. Mirov ji jiyana xwe ya rojane dizanin ku gotinên desthilatdariyê gotinên vala ne.”
 
Butçeya ji bo şer
 
Nîlayê destnîşan kir ku desthilatdarî hêz û rewabûna xwe winda dike û wiha pê de çû: “Ser pirsgirêkan digire û hewl dide hêza xwe berhev bike. Tevî hemû gotin û polîtîkayên deshtilatdariyê rastiyeke krîza aborî li Tirkiyeyê heye. Aboriya Tirkiyeyê niha di destê çend kesan de ye û ew serweta xwe zêde dikin. Em jî her diçin xizan dibin. Desthilatdarî jî dizane ku vê valahiyê nikare bigire. Ji xizanan, gel û kedkaran re butçe tune ye. Lê ji şer re heye.”
 
‘Dixwazin herkesî bêdeng bikin’
 
Nîlayê bertek nîşanê girtina seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber nirxandina der barê bikaranîna çekên kîmyewî de hat girtin da û wiha got: “Destilatdarî dixwaze dengê ku îtîraz bike krîmînalîze bike, civakê bêdeng bike. Kesên li Stenbolê ji bo Şebnemê çalakî pêk anîn polîsan êrîşî wan kir. Berdevka Demî Perîhan Koca û jinên din bi mirinê tehdîd kirin. Lê em li dijî vê tu car serî natewînin û dest ji têkoşînê bernadin.”
 
Çapemeniya azad nîvîsandina xwe didomîne…
 
Nîlayê bal kişan ser girtina rojnamegeran û daxuyand ku girtina rojnamegeran girêdayê Qanûna Sansurê ye û wiha vegot: “Rojnamegerên çapemeniya azad tevî hemû zextan rastiyan tînin ziman. Bêguman ev li xweşiya desthilatdariyê naçe.  Çapemeniya azad li pêş wan asteng e. Ji ber vê jî qanûna sansurê dîrek li hember muxalîf û çapemeniya azad e. Wê  bi ser nekevin. Wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin.”
 
‘Gel dikare riya xwe bibîne’
 
Nîlayê wiha dirêjî dayê: “Dixwazin gel neçarî bê derfetiyê bikin. Lê em vê dizanin. Tifaqa Cumhur û Mîlllet wek hev in. Tu garantî û ewlehiyê nadin gel. Herdu jî sermayê xurt dikin. Polîtîkayên wan di vî alî de ne. Berdevkiya sermayê dikin. Tu hêviyê nadin gelan, kedkaran. Em dibêjin ku hun dikarin riya xwe biafirînin. Yekane jî Tifaqa Azadî û Kedê ye. Em hedef dikin ku bi gel re ji bo gel polîtîkayê biafirînin.  Tifaq wê di demên pêş de bi daxwazên hemû aliyan bernameyekê xêz bike û bide ber xwe.”
 
Tifaqek ku têkoşînê bi hev re bilind dike ye
 
Nîlayê wiha dawî lê anî: “Girtina mamoste Şebnem çavtirsandineke li hember Yekitiya Tabîbên Tirk e. Di heman demê de çavtirsandina û çewisandina rêxistinên pîşeyî û kedê ye. Her ku em dibin yek ew vê peyamê didin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî tam di vî warî de li dijî wan e. Tifaq têkoşîneke bi hev re bilidn dike. Em bang li hemû aliyan dikin ku em lilgel hev bin. Em banga bilindkirina têkoşîna yekbûyî dikin.Yekane riya me ya li dijî şerê desthilatdariyê Tifaqa Azadî û Kedê ye.”