Jin dê di 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin

  • 10:47 7 Mijdar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan diyar kir ku ew ê wekî her carê vê 25'ê Mijdarê jî li dijî şîdeta mêrdewletê saet di 19.00'an de li Tulnela li Taksîmê bin.
 
 Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê da xuyakirin ku ew ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de careke din li Tunela Taksîmê  bin. Jinên ku li ser hesabê xwe yê dijîtal diyar kirin ku wê saet di 19.00’an de li Taksîmê bi coş bên cem hev, gotin, "Bila  mêr û dewlet wekî zanin bên.  Li dijî şîdeta mêr-dewletê di 25'ê Mijdarê de em ê jî li Taksîmê bin."