Dengê serkeftinê nêz e

  • 09:24 7 Mijdar 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Xuyaye ku meşa Silopîyê hem bi berxwedana xwe hem jî bi peyamên xwe demek dirêj dê were nîqaşkirin. Meşa Silopiyê ne tenê li dijî bêdengiya cîhanê ya li hemberi bikaranîna çekên kimyewî bû. Di meşa Silopiyayê de sekna Gelê Kurd a ji bo serkeftinê hate xuyakirin û ev jî diyar dike ku serkeftin nêz e.  
 
Her hêzên dîktator mehkûmê têkçûyînê ye. Gava têkçûyîna wê nêz bû wehşeta xwe jî zêdetir dike. Tirsa wê zêdetir dibe, tirsa xwe jî bi êrîş û zilma li ser gel ve vedişêre. Hemû pîvanan binpê dike û bêyî prensîb tev digere. Lê dîrokê her carê şahîdî kiriye ku zêdebûna êrîşên hêzên dîktatoriyê dengê serkeftinê nêztir kiriye.  
 
Ji 17’ê Nîsanê wê de, ji aliyê Artêşa Tirk a bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî dijwar diqewime. Di çarçoveya şer de Artêşa Tirk gelek caran bi çekên qedexekirî êrîş kir. Herî dawî di encama êrîşên çekên kimyewî de 17 gerîllayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Çekên kimyewî ku li seranserê cîhanê wek sûcekî şer tê pênasekirin ji aliyê Dewleta Tirk ve tê bikaranîn û li dijî vê bêdengiyek li cîhanê heye.
 
Li dijî vê bêdengiyê di 26’ê Cotmehê de li Silopiyayê bi tevlîbûna gelek partiyên sîyasî, sazî û rêxistinên sîvîl bi dirûşma “Li dijî bikaranîna çekên kimyewî, meşa mirovahiyê” deklerasyonek hate aşkerekirin ku li Silopiyayê meşa mirovahiyê were lidarxistin. Ji wê rojê şûnde li her bajarê Bakurê Kurdîstanê bi minasebata wê rojê xebat hatin meşandin û gel ji bo meşê hatin vexwendin. Hemû amadekariyên ji bo meşê hate temamkirin û wê rojê gel bersiva xwe ya li dijî hêzên dîktator nîşan da.
 
Berîya rojekê gel ji meşê re amade bûn
 
Gelên ku ji bajarên; Edene, Mêrsîn, Amed, Êlîh, Mêrdîn, Meletî, Riha, Çewlig, Sêrt, Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Agiriyê beşdar bûn berîya rojekê li Silopiyayê kom bûn. Hem bi roj hem jî bi şev gel rojên xwe li rêyan derbas kirin. Di roja meşê de jî hemû di saetên sibehê de hem bi kelecaniyekê, hem bi hêrs, bawerî û bi biryariyek mezin amade bûn. Berîya saeta meşê girse li pişt cihê kombûnê yê avahîya HDP’ê ya bajaroka Tilqebînê kom bûbûn.
 
Girseyê astengî nas nekir
 
Girseyê gav avêt ku biçe cihê avahiya HDP’ê û dest bi meşa xwe bikin. Lê belê jenderme û leşkeran qad dorpêç kiribûn. Jenderme û leşkeran bi ava şid û gazê êrîşî girseyê kirin lê tevî êrîşan jî girse belav nebû û li ber xwe dan. Li hember berxwedana girseyê leşkeran hêrsa xwe mezintir kirin û bênavber êrîşên xwe bi hovane domandin. Ligel van êrîşan jî girseyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana gerilla”, “ PKK gel e, gel li vir e” û “Dê faşizm têk biçe” berz kirin.  
 
Di kêlîyên êrîşan de girse ji bo ku bigihêje ber derîyê sînorê Xabûrê gihaştin ser rêya Armûşê. Jenderme, leşker û polîs ku bi hêza xwe Silopiya dorpêç kiribûn pêşiya girseyê girtin. Vê gavê jî girseyê rêya Sİlopiyayê ji trafîkê re girtin û bênavber dirûşme berz kirin.
 
Rojnameger hatin hedefgirtin
 
Wekî di her çalakiyê de dîsa rojnamager hatin hedefgirtin. Leşker û jenderma rojnameger û makîneyên wan hedef girtin û xwestin kêşana wan asteng bike. Her wiha rojnamegerên ku çalakî dişopandin ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşê hatin û xwestin rojnamegeran binçav bikin.
 
Dayika ku ji girseyê re şekir belav dike
 
Girseyê ku bi êrîşa ava şid û gazê ve rûbirû hatin dîsa jî çalakiya xwe bênavber berdewam kirin. Di meşê de dayikek hebû ku poşetek şekir bi xwe re anîbû û ji girseyî re belav dikir ku êşa çavên wan derbas bibe û hilma wan vebe. Li wir hemû kesî mertalê hevdu bûn. Êrîş li kê bihata kirin girseyê xwe jê re dikir mertal. Kê ji van êrîşan zirar bidîta girseyê xwe digihand wan.
 
Ji malên xwe derketin û tevlî çalakiyê bûn
 
Girse piştî ku ji caddeyê derbas bû, li kolanan belav bûn û li wir welatî vexwendin meşê. Gelek kes ji malên xwe beşdarî çalakiyê bûn. Jenderma, leşker û polîs li dû girseyê bûn û bênavber gazên fîşekê diavêjin. Ciwanan rêy bi qutîyên çopê ji wan digirtin. Her wiha bêrîkên xwe tijî kevir dikirin û li dijî êrîşan kevir diavêtin. Hêrsa ciwanan gelek zêde bû wêrekî dida derdorê. Li pey “çerxa şoreşê” dirûşmên “Bijî berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê” li kolanan olan dida. Her kolan bûbû dengê berxwedanê her cade bûbû dengê serhildanê. Gel bi biryar bû û bêyî tirs ji bo armancekê dimeşiya.
 
Heke bi rojan jî berdewam bike em ê li vir bin
 
Meşa ku ligel êrîş û berxwedanê bi saetan berdewam kir, bi gelek dîmenên bi wate jî rû da. Dayikek ji mala xwe derket û bi tilîlî û dirûşman tevlî çalakiyê bû. Piştre kurê wê yê biçûk xwest ku vegerin malê. Dayikê jê re got “ Em ji vir naçin tu derê. Heke bi rojan jî berdewam bike em ê li vir bin” Dengê dayikê wisa bi biryarî, bi hêrs û hêvî dida ku hêz dida derdorê re.
 
Ne polîs ne jenderme ne jî leşker têrî dikirin
 
Girse li her kolanekê belav dibû û têkoşîna xwe belav dikir. Hêzên dewletê jî hêrsa xwe mezintir dikir. Li her cade û kolanan wesayîtên xwe diajotin û kî didîtin bi hovane êrîş dikirin. Xuya dibû ku Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ew gelek aciz kiribû. Ne polîs ne jenderme ne jî leşker têrî dikirin.
 
Dengê serkeftinê nêz e
 
Xuyaye ku meşa Silopîyê hem bi berxwedana xwe hem jî bi peyamên xwe demek dirêj dê were nîqaşkirin. Meşa Silopîyê ne tenê li dijî bêdengiya cîhanê ya li hember bikaranîna çekên kimyewî bû. Di heman demê de ji bo pergala xetimandî, ji polîtîkayên desthîlatdariyê, ji xeta xiyanetê û ji bo pêkanîna tîfaqa kurdan peyamek bû. Di meşa Silopiyê de sekna gelê Kurd a ji bo serkeftinê hate xuyakirin û dengê serkeftinê nêz e.