Kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

  • 08:16 7 Mijdar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - 121 kesên li Taksîma Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meş li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe li dijî endamên HPG'ê tevî hemû astengiyan li Taksîmê bi meşekê şermezar kir. Polîsan êrişî meşa ku li gelek cihan hate lidarxistin kirin û 121 kes binçavkirin. 47 kesên hatin binçavkirin birin Kagithaneyê, yên din jî birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ku li Cadeya Vatanê ye. 
 
Piştî ku kirariyên kesên hatin binçavkirin xelas bûn, hatin berdan.