Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edalet e

  • 14:19 6 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya  Malbata Şenyaşar di roja 608’an de berdewam kir, îro malbatê diyar kir ku kesên aliyê zaliman digirin dê winda bikin. 
 
Xizm û Parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi giranî birîndar bû. Bi mebesta darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku ev 4 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatê di roja 608’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya heftyeyê de edliye girtî ye, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dewlet, ji bo gel heye. Tu hêzên siyasî û tu desthilatdarî ji wijdana civakî bihêztir nînin. Ji bilî hemwelatîtiya wekhev tu daxwazeke me ya din nîne. Daxwaza me EDALET e. Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin...”