Di Konferansa Jinan a Navneteweyî de banga piştevaniyê hat kirin

  • 14:17 6 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” pêk hatî de jinan bal kişand ser têkoşîna hevpar.
 
2'yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve ku rêxistinên jinan ên ji çar aliyên cîhanê bi taybet Tevgera Jinên Kurd li hev dicivîne, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji her parzemînê dest pê kir. Konferansa ku li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê ya li paytexta Elmanya Berlînê bi dirûşmeya "Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê " tê lidarxistin, bi seremoniya vekirinê duh dest pê kir. Konferansa ku ji hemû pêkhateyan gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn.
 
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Melîke Yaşar, duh axaftina vekirinê ya konferansê kir û bal kişand ser berxwedana jinan. Paşê, vîdyoya Konferansa 1’emîn a sala 2018’an li Frankfurtê hat lidarxistin, hate nîşandan. Duh di konferansê de nîqaş li ser 3 sernavan pêk hat. 
 
'Jin jiyan azadÎ'
 
Mijara yekemîn a rûniştina ku bi moderatoriya Rêvebera Lêkolînê ya Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Meghan Bodette pêk hat; "Tundiya dewletê ya li ser civak û jinan - qamçiyê zilamê serdest" bû. Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç di vê beşê de axivî û bal kişand ser dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku bûye manîfestoya jinên cîhanê û got, "Ev gotin felsefeya dîrokî ya 40 salan e ku Abdullah Ocalan daye avakirin.”
 
'Êdî dema berpisiyariyê ye'
 
Nîlûfer Koç, bal kişand ser şideta dewletên li Rojhilata Navîn dişibin hev, çeteyên Boko Haram, Tahrîr El Şam û DAIŞ'ê bi nav kir û got: "Armanca van ferasetên paramîlîter yekane ew e ku jin û civakê weke dijmin nîşan bidin. Lê ger em xwe bi rêxistin bikin, em dikarin wan bişkînin. Mînaka vê yekê me li Kurdistanê dît. Ji ber vê yekê ez dibêjim dema berpirsiyariyê ye. Ez dibêjim Jin, Jiyan, Azadî.”
 
'Ev berxwedan wê hîn mezintir bibe'
 
Nûnera Komeleya Jinên Şoreşger a Afganîstanê (RAWA) Mariyam Rawî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên zayendperest ên Talîbanê. Marîam Rawî, anî ziman ku îdeolojiya Talîbanê jinan weke makîneyên karê malê dibîne û diyar kir ku dewletên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe piştgiriyê didin Talîbanê. Meryem Rawî diyar kir ku wan weke jin di rêyeke dijwar re derbas bûne û wiha dewam kir: "Em erkê perwerdekirina jinên herî bindest ên li Afganîstanê ne. Weke RAWA em ê li hemberî van îslamiyan berxwedana xwe bidomînin. Ev berxwedan wê hîn mezintir bibe. Em li kêleka wan jinan e ku li Afganîstanê li berxwe didin, li Rojava li ber xwe didin. Erkê me ye ku em li Afganîstanê jiyanê bihûnin. Em ê li ser rêya hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin. Jinên ji çar aliyê cîhanê wê berzkirina dirûşmeyên 'Jin, jiyan, azadî' bidomînin.”
 
'Bikaranîna çekên kîmyewî re dibêjin na'
 
Li ser navê Feministas Abya Yala ya ji Guatemalayê Lolîta Chavez a ku der barê mijara “Qirkirina xwezayê: Parçekirina pêkutî û yekdestkirina ku xwe dispêre metîngeriya li ser çavkaniyên xwezayî” de axivî, bi gotina "Em ji şer re dibêjin na, ji bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser Kurdistanê re dibêjin na." dest bi axaftina xwe kir.
 
'Êdî dem nemaye...'
 
Lolîta Chavez anî ziman ku ew ji gelên ku jiyanê diparêzin tên û wiha bi lêv kir: “Em zarok û parêzvanên axê ne. Li Amerîkaya Latîn em pergala serdest a mêr, zilamê hîlebaz naxwazin. Lê exlaqêkî wan a du rû heye. Me xwe, axa xwe parast. Li welatê me jîyanên cuda hene. Em jineolojiyê jî ji ber van hemû cudahiyan hez dikin. Dibêjin li herêma me demokrasî heye, lê ev yek derew e. Li herêma me dengê çekan zêde dibe. Ev çek ji bo kuştina me tên bikaranîn. Ev ne demokrasî ye. Em wek birayên xwe yên Mapuche azadiyê diparêzin. Em dibêjin azadî, azadî, azadî. Em kongreya xwe ya ji aliyê jinan ve hatiye organîzekirin silav dikin. Em daxwaza edaletê dikin û em efû nakin. Êdî dem nemaye. Werin em torên xwe yên femînîst tevn bikin.”
 
'Têkoşîna jinan girîng e'
 
Paşê civaknas û eko-femînîsta Awûstralyayî Arîel Saleh axivî û diyar kir ku li Rojava femînîzma eko-femînîzm ketiye jiyanê. Arîel Saleh a ku li ser eko-femînîzmê sînevîzyonek pêşkêş kir, gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan de bi bîr xist û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Dîroka 5 hezar salî derxistiye holê ku yên ewil car pêkûrî û zextê jiyane jin in.” Arîel Saleh gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Rizgariya civakan bi azadiya jinê pêkan e" bi bîr xist û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê.  
 
Aktîvîsta aştiyê ya Îtalî, femînîst Genevieve Vaughan ku di rûniştina yekemîn de bi sernavê dawîn " Yên Nedîtbar Dîtbarîkirin: Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst a li ser bingeha keda jinan a bê heqdest û kêm pere" axivî, li ser nedîtina keda jinan axaftinek kir.
 
'Li Hindistanê destdirêjî pir zêde ye'
 
Di dawiyê de aktîvîsta Komeleya Jinên Pêşverû ya Hemû Hindistanê Kavîta Krishnan bi silavkirina hemû jinên kedkar ên cîhanê dest bi axaftina xwe kir. Kavita Krishnan, diyar kir ku dewlet û şîrket bi hev re li ser bedena jinê serdestiyê dikin û wiha got: "Werin em li ser jinên ku li Hindistanê di hemû markayên cilûbergên navdar de dixebitin bifikirin. Van şîrketan ji dê û bavan re dibêjin ku keçên wan dê 3 salan bixebitin û dema 3 sal bidawî bûn ew ê heqê bidin wan bidin û dê keça wan di bin parastin-ewlekariyê de bin. Di rastiyê de ewlekarî- parastin wekî peyva kod tê bikaranîn. Bi vê kodê malbat jî rê li ber digrin ku keçên wan bi kesekî ji derveyî pergala kastê dimîne re bizewice. Dîsa li Hindistanê destdirêjî pir zêde ye.”
 
Di konferansê de 8 atolye hatin lidarxistin
 
Piştî axaftinan konferans bi pirs û bersivan berdewam kir. Dû re konferans bi atolyeyan berdewam kir. 
 
* Berxwedana li dijî Koça Neçarî: Ji bo parastina mafên jiyanê ya mirovên ku dixwazin li ku bijîn bila bijîn û pêşxistina têkoşîna li dijî pirsgirêkên ku koç bûye sedem. Bal hat kişandina ser cepheyê berxwedanê yê têkoşîna ji bo ku jin xaka xwe biparêzin û xwe azad bikin û têkildarî rêxistina berxwedana ku pêwîstiyan pêşwazî bike û piştevaniyê bi hêz bike.
 
* Weke têkoşînek stratejîk azadiya jinan: Ji bo ku rêxistina polîtîk, çandî û aborî, organîzasyon û sazî (kesên li dora sînorên dewletê û ji dervey, têdikoşin) qadek bê avakirin, nîqaş hatin kirin.
 
* Tenduristî: Di nîqaşan de hat gotin ku tenduristî yek ji qadên pergala baviksalar e ku xuliqkariya jinan desteser kiriye, wan tune dihesibîne û yan jî dike malê xwe. Hat destnîşankirin ku tenduristî li şûna ku di xizmeta kapîtalîzmê de be, bila li ser têgehek tibî xwe li gorî pêwîstiyên civakî rêxistin bike.
 
* Aborî: Ji bo têgihiştina aboriyek alternatîf ku çavbirçîtiya kapîtalîzmê têk bibe, çi pêwîst e? Li ser vê pirsê nîqaş hatin kirin. Her wiha ji bo rêxistinkirina alternafên aborî yên ji dervey piyasa kapîtalîst, nîqaş hatin kirin.
 
* Ekolojî: Têkildarî nêzîkatiya jinan a li têkoşîna ekolojîk û wê çawa têkoşînek a ku azadiya civakî û zayendî, bê pêşxistin axaftin hatin kirin.
 
* Parastina Ziman û Çand: Di axaftinan hat gotin ku ku piranî jin rolê çand û ziman dilîzin û ji bo zindîkirina zimanên herêmî nîqaş hatin kirin.
 
* Avakirian çeperek a dijî faşîzmê: Qala pêwîstiya avakirina çeperek a jinan a li dijî nîjadperestî, netewperestî û faşîzmê hat kirin.
 
* Perwerde: Ji bo pêşengiya têkoşîna jinan, xwedî derketina li Xwebûnê ku xwedî felsefeya jiyanê û tê wateya xwe naskirinê. Di atolyeya Perwerdeyê de têkildarî vê yekê axaftin hatin kirin û hat gotin ku rêya herî girîng a serxistina vê yekê ew e ku jin pergalên xwe yên perwerdehiyê ava bikin.
 
Konferansa Jinan a Navneteweyî duh di roja yekem de bi konsera Yelda Abbasi bi dawî bû.