Meşa 'Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê' li Silopiyê dest pê kir

  • 12:59 6 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi “Meşa Mirovahiyê” kirin.
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi meşê kirin.