Gel ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ li Silopiyayê kom dibe

  • 11:36 6 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve îro li Silopiyayê “Meşa Mirovahiyê” tê lidarxistin. Ji bo meşa ku dê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bê lidarxistin, gel hêdî hêdî li bajarokê Tilqebînê kom dibe. 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş tê lidarxistin. 
 
Meş dê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bê lidarxistin û ji bo tevlibûna meşê, girse niha li bajarokê Tilqebînê kom dibe. Gel li noqteyan cuda kom bûne. Piştre jî dê li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê bên ba hev û dest bi meşê bikin. Her wiha ji gelek bajaran welatî berê xwe dan navçeyê. 
 
Girseya ku di nav de Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir heyî ber bi rêxistina HDP'ê ya bajaroka Tilqebîn ve meşiyan. Avahiya partiyê ji hêla leşkeran ve hat dorpêçkirin û rê li ber girseyê hat birîn. Girse bi tilîlî û çepikan bertek nîşanî astengiyê dan. Piştî demekî bi ava şîd êriş birin ser gel. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di nav de gelek kes ji gaza hatî avêtin bi bandor bûn. Bendemayîna girseyê berdewam dike. 
 
Bi sedan kes jî li avahiya HDP'ê ya Silopiyê kom bûn. Piştî demek din dê ber bi bajaroka Tilqebînê ve bi rêkevin. Her wiha girseya ku di nav de endamên Dayikên Aştiyê heyî ji taxan bi rêketin dê li cihê meşê bighijin hevdû.