Dayikên Şemiyê ji bo welatiyên ku 27 sal berê hatin qetilkirin edalet xwestin

  • 15:18 5 Mijdar 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 919'an de li aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ê 27 sal berê li Geverê hatin qetilkirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiyan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 919’emîn de çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Abdulkerîm Yûrtseven (73), Mîkdat Ozeken (18) û Munur Saritaş 13) ku 27 sal berê li gundê Agaçli yê bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û pişt re jî bi îşkenceyê hatin qetilkirin pirsîn. Endama Komîsyona li Dijî Windayên di Binçavan de ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Sebla Arcan daxuyaniyê xwend. 
 
Sebla destnîşan kir ku ew li dijî windakirin û binpêkirinên mafan ku îktidar tune dihesibîne û dixwaze di bîra civakê de bide jibîrkirin, derdikevin pêşberî raya giştî û tam 919 hefte ne ew tevî hemû astengiyan li edaletê digerin. 
 
Sebla behsa pêvajoya windakirina Yûrtseven, Saritaş û Ozeken ku di 27’ê cotmeha 1995’an de ji aliyê leşkerên di bin fermana serfermandar Mehmet Emîn Yûrdakûl de bi ser gund de digirin û îşkence li gundiyan dikin kir û piştî ku îşkence li gundiyan dikin her sê welatiyan binçav dikin û bi îşkenceyê dikujin. 
  
Sebla da zanîn ku malbatên her sê qurbaniyan ji bo li aqûbeta wan bipirsin çûne tabûra leşkeriyê û malbatan diyar kiriye ku her sê qurbanî li ber guleyan rêz kirine, hatine şewitandin û avêtine ava di ber tabûrê de derbas dibe. 
 
Sebla anî ziman ku ji nav leşkerên her sê welatiyan kirine binçavan îtîrafkar Kahraman Bîlgîç bi salan şûn ve di pirtûka nivîsandibû de hemû hûrguliyên bûyerê vegotiye û welatî dane ber guleyan qetil kirine û bûyerê di medya navendî de jî cih girtiye. Sebla destnîşan kir ku di serdema vê îktidarê de li gel ku AKP’ê tawanbariya li dijî mirovan pêk hatiye qebûl kiriye jî lê heta niha kujer nehatine darizandin. 
 
Sebla Arcan anî ziman ku çend sal derbas dibin bila bibin jî ew ê ji bo Abdûlkerîm Yûrtseven, Munur Saritaş û Mîktad Ozeken û hemû windayên xwe li edaletê bigerin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.