'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 607 roj in berdewam dike

  • 12:43 5 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya "Nobeta Edaletê" didomîne ev peyam parve kir: “Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 607’an de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Hemû cîhan wê kesên piştî komkujiya nexweşxaneyê bi gotina ‘Me hemû kuştin’ pîrozbahî kirin temaşe bike. Di A Haberê de hûn dikarin bi agahiyên dezenformasyonê girseya ku tenê ji yek alî li bûyeran dinêre bixapînin. Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in.”