Nûçeya nûçeyan

  • 09:11 5 Mijdar 2022
  • Nûçeyekê Jî Tu Bişîne
 
Behrîce Ferîde Demîr
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya Kurdî yek ji çapemeniya bi her cureyê dijhiqûqiyê re tê rû hev ya cîhanê ye. Nivîsandina dîroka wê ji îro şûnde jî ne hewce ye. Em çi bêjin jî vala ye.
 
Eugénie Delacroix, dema wêneyê herî xweş ê dîtbarî xêz dike dibêje ‘Ev sedsal sedsaleke awarte ye’. Îro ev gotin ji texmînê dertê û  bi nivîsandina şahidiya xwe mijûl e. Êdî li cîhanê her tişt her kes bi hev re raste rast di nava têkiliyê de ye.
 
Çapemeniya dîjîtal bi hêsaniyan pesnê xwe bide jî li pişt perdeyê kar û bar bi çîrokan dimeşe. Bêguman çapemenî bi hêza xwe ya girseya polîtîk û aborî, bi nakokiyên polîtîk neçare cîrantiyê bike. Lê mafê girtina nûçeyan a gel jî di her demê de hewcedar û bi nirx e. Lê ev nirx li hinek cihan gelek caran bi pêkanîn û nêzîkatiyên dijhiqûqî re hatiye rû hev. Çapemeniya Kurdî yek ji çapemeniya bi her cureyê dijhiqûqiyê re tê rû hev ya cîhanê ye. Nivîsandina dîroka wê ji îro şûnde jî ne hewce ye. Em çi bêjin jî vala ye.
 
Em cudahiya mewziyên ekranan û mewziyên axê  bi jiyankirinê fêr bibin jî, em Kurdên ku di sê şerên cîhanê de bi bandor bûne, ji her kesî zêdetir xwedî maf in. Belkî jî ji ber vê rojnamegeriya bejayî hîna ligel me bi xetereyên mezin re rû bi rû ye.
 
Bêguman ji rewşên awarte nûçeyên awarte derdikeve û ev normal e. Lê ya ne normal nûçe û nûçegîhanên dibin mijara nûçeyan e.
 
Ji ber vê sedemê;
 
Bila heqê kesî pênûsa kesî li erdê nemîne. Bila bawerî jî mafê fikr û azadiya kesî jî ji dest neyê girtin. 
 
Bila azadiya kesî ji însafa tu kesî re nemîne.
 
Çi dibe bila bibe wê rojekê rastî derbasî dîrokê bibin, neheqî biçin tamîratê.
 
 Cîhana ku ji şerekî hinceta sê şeran vedibêje, wê hewcedariya wê jî bêguman bi aştiyê hebe.
 
‘Mezinahiya demokrasiyê ya li dijî faşîzmê wê ne tenê di aştiyê de, ger hewce bibe wê di şer de jî xwe nîşan bide.’
 
*Li şûna rojnameger Remziye Temel a hatiye girtin hatiye nivîsin.