Jina rojhilatî ya ku ji bo mafê jinê li berxwe dida: Meryem Qazî

  • 09:04 5 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Meryem Qazî ji bilî nivîsa çîrok û romanan, rexnegirek bû, her wiha aktîvîstekê jinan bû. Bi berhem û hewldanên xwe mîrateyek ji civakê re hişt. 
 
Gelek jinên kurd hene ku di berxwedanan de pêşengtiya civaka xwe kirine. Bi hewldan, sekn û berhemên xwe mîrateyek hiştine. Yek ji van jinan Meryem Qazî ye. Meryem Qazî ji bilî nivîsa çîrok û romanan, rexnegirek bû, her wiha aktîvîstekê jinan bû. 
 
Meryem di sala 1964’yan de li Mahabadê hat dinê. Meryem ji malbata Qazî Mihemmed ê ku damezrînerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê ye. Meryem 
di sala 1987’an de dest bi karê nivîsînê kir. Meryem gelek saziyên çapemeniyê de cih girt û xebatên edîtoryayê meşand.
 
Nivîskar Meryem çend salan jî rêveberiya Encûmena Edebî ya Mahabadê kir. Li gelek kovar û rojnameyên rojhilat û başûrê Kurdistanê de nivîsên wê hatine weşandin.
 
Meryem piştî komkujiya Helebceyê çîroka bi navê ‘Perjîn’ li ser komkujiyê nivîsî û di kovara Sirwede de hat weşandin. Du romanên Meryem ên bi navê “Hatina Jor Qedexeye” û “Zînde be gor” hene. Her wiha romana wê ya bi navê “Jiyanim xoş dewê ” li ber çap kirinê bû. Dîsa berhemekî wê yê din jî  ji farisî wergerî zimanê kurdî hat kirin û li ber çapkirinê bû. 
 
Meryem Qazî bi hewildanên xwe karîbû jina bi navê Helale Mihemed ji cezayê darvekirinê rizgar bike. Helale bi tohmeta kuştina zilamekî cezayê darvekirinê girtibû, lê ji saya hewldanên Meryem cezayê darvekirinê hatibû betalkirin. 
 
5’ê mijdara 2018’an ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Urdinê Emmanê jiyana xwe ji dest da. Bi beşdariya hunermendan û welatiyên bajarê Mihabadê cenazeyê Meryem Qazî li goristana Hûnermendan bi merasîmekê spartin axê.