Li Şirnex û navçeyên wê serdana esnafan hat kirin
- 18:29 4 Mijdar 2022
- Rojane
ŞIRNEX – Li Şirnexê û navçeyên wê de bi minasebeta meşa Silopîya yê li dijî bikaranîna çekên kimyewî serdana esnafan hate kirin û civîna taxan pêk hatin.
Li Şirnexê û navçeyên wê de bi minasebeta meşa Silopîya yê li dijî bikaranîna çekên kimyewî serdana esnafan hate kirin û civîna taxan pêk hatin. Di serdan û civînê de gelê ji bo meşa Silopî vexwendin.
Silopî
Li Silopiyayê civîna taxan a yê jinan pêk hat. Tevgera Jinên Azad û rêxsitina HDP’ê yê Silopiyayê serdana jinan kirin û banga tevlîbûna meşa Silopiyayê kirin.
Her wiha endamên Dayikên Aştiyê ya Silopîyê jî ji bo meşa Silopiyayê bangawazî kirin û balê kişandin li ser girîngiya meşê.
Cizîr
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Cizîrê serdana esnafan kirin û gel vexwendin meşa Silopîyayê ji bo çekên kimyewî. Serdanê re parlementerên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz û endam û rêveberên rêxistinên navçeya HDP’ê yê Cizîrê beşdarî bûn.
Li Şirnex û Hezexê civîna taxan
Li Hezexê jî civîna taxan pêk hatin. Endam û rêveberên navçeyê beşdarî bûn û gel vexwendin ji bo meşê.
Her wiha li Şirnexê jî bi pêşengtiya Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê civîna taxan pêk hat.