Ji bo Parêzer Aryen Turan li gelek bajaran daxuyanî hat dayin

  • 13:55 4 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê binçavkirina Parêzer Aryen Turan de OHD'ê li gelek bajaran daxuyanî da û got divê Aryen demildest bê berdan. 
 
Parêzer Aryen Tûran a ku di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de di 22’yê cotmehê de di axaftina xwe ya li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) de dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir, hedef hate nîşandan û pişt re hate binçavkirin. Binçavkirina Aryen li gelek bajaran hate şermezarkirin. 
 
OHD’ê bi daxuyaniyên ku li Amed, Wan, Mêrsîn, Riha û Stenbolê dan, binçavkirina Aryen şermezar kir û xwest Tûran bê berdan.  
 
OHD’ê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku Tûran ji ber axaftina xwe ya di lijneya giştî de ji aliyê beşên faşîst ve hedef hatiye girtin û wiha got: “Êrişên li dijî Tûran nîşaneya hişmendiya zayendparêz a ku Jîna Emînî qetil kir e. Em careke din diyar dikin ku em ê li dijî êrişên li dijî rêvebera xwe Tûranê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin û derbarê kesên têkildar de têkoşîna xwe ya hiqûqî heta dawiyê bidomînin. Gotina Tûranê gotina me ye. Di kesayeta Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî ya li Îranê hatin qetilkirin de soz didin hemû jinan; em ê bi xwedî derketina heta dawiyê ya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, li her qada em lê ne qîrkirina fikra jin jiyan azadî bidomînin û bidin jiyîn. Em hemû hempîşeyên xwe û parazvanên mafên mirovan, di vê pêvajoya ku bi destê darazê bêhiqûqî û bêedaletî tê meşandin de ji bo bêjin ‘Aryen Tûran ne bi tenê ye’ vedixwînin piştevaniyê. Em careke din dubare dikin tevî hemû pêkanînên bêhiqûqî wê lêgerîna me ya azadî û edaletê nikare bê rawestandin.”
 
Baroyên Mêrdîn û Îzmîrê jî daxuyanî dan
 
Baroya Mêrdînê ragihand ku binçavkirin êrişeke li dijî nirxên civakî yên demokratîk e. Baroya Îzmîrê jî wiha got: “Em cem hempîşeya xwe ne. Em ê li dijî hewldana sînordarkirina azadiyan serî netewînin.”