Parêzer Aryen Turan hat berdan
- 14:02 4 Mijdar 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Aryen Turan a ku bi hinceta axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê kiribû hat binçavkirin, hat berdan.
Di 22'yê cotmehê de Baroya Îzmîrê Lijneya Giştî ya Asayî ya 2022-2024'an li dar xist, li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwes (OHD) parêzer Aryen Turan axivî. Ji ber axaftina xwe hat binçavkirin û li TEM'ê îfade da. Serê sibê anîn Edliya Îzmîrê û li vir jî îfade da dozgeriyê.
Dozger bi biryara kontrola edlî ew serqî Dadgeha Cezayê Sulh a Nobedar kir. Li vir jî dadger biryara qedexeya derketina derve û 2 rojan carekî îmze bide da û Aryen serbest berd.