ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 4 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Polîtîka û teoriya femînîst ku plana duyem red kir, îro di nîqaşên der barê alternatîfên li dijî kapîtalîzm û demokrasiya radîkal de, di mijara pêkhateyên aktîfbûnê de israr dike. Di pratîk û îdeolojiya tevgera azadiya jinên Kurd de, têkoşînek her dem a ku azadî encax bi çalakiya rêxistinkirî, bê destxistin heye. Ji ber vê azadiya jinê bi rêxistin û tevgeran nikare bê sînorkirin, lê bi awayekî konfederal divê avabûna pergala jina xweser a rêxistinkirî pêk were. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Ji bo doza Mîhrîban Alturk (Bêrîvan) ku li qilebanê ji aliyê Metîn Şengîl ve hate qetîlkirin, îdîaname hat amade kirin. Danîşîna yekemîn a dozê dê di 7’ê Kanûnê de were dîtin. Xwişka Mîhrîbanê Sevîm Alturk ji bo tevlîbûna danîşînê bang kir û destnîşan kir ku bila kujer bi cezayê herî giran were darizandin.  DÎMEN HEYE
 
* Siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Wanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî axivîn û gotin: “Bêdengî hevkariya sûc e. Em ji bo meşa 6’ê Mijdarê ya bi dirûşma ‘li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ ya li Sîlopiyê pêk tê banga tevlibûnêli hemû kesî dikin.”  DÎMEN HEYE
 
*Gulîstan Kiliç Koçyîgît  diyar kir ku bi armanca bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê li hember HPG’iyan bikaraniye bê veşatin 9 rojnameger hatine girtin û bi armanca nûçeyên der barê vê de neyên weşandin û asteng bikin, rojnameger hatine girtin. BI DÎMEN