Îfade dayîna parêzer Aryen Turan qediya
- 08:48 4 Mijdar 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Aryen Turan a ku bi hinceta axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê kiribû hat binçavkirin, li emniyetê îfadeya wê qediya.
Di 22'yê cotmehê de Baroya Îzmîrê Lijneya Giştî ya Asayî ya 2022-2024'an li dar xist, li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwes (OHD) parêzer Aryen Turan axivî. Ji ber axaftina xwe hat binçavkirin û li TEM'ê îfade da.
Parêzerên ku xwestin Aryenê ziyaret bikin hatin astengkirin. Parêzeran bi dirûşma "Aryen Turan rûmeta me ye" piştevaniya Aryenê kirin.
Parêzer Aryenê dê îro li Serdozgeriya Komarê a Îzmîrê îfade bide.