Nobeda Edaletê di roja 133'yemîn de ye

  • 14:37 3 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan di roja 133'yemîn a roja Nobeda Edaletê de  daxwazên xwe dîsa anîn ziman. 
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo binpêkirina mafan û tecrîd bê bidawîkirin li Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 133'yemîn de dewam dike. Xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsên "Girtiyên nexweş serbest berdin","Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ji şer re na aştî niha" berz kirin. Rêxistinên Torbali û Guzelbahçe yên HDP'ê piştgirî dan nobedê. 
 
Daxwaza bila tecrîd bi dawî bibe
 
Xizma girtiyan, Fatma Surme da zanîn li girtîgehan îşkence dewam dike û got:"Zarokên me dixin hucreyên yekkesî. Girtiyên nayên berdan. Girtiyên cezayên wan qediyane jî cezayên nû li wan tê birîn. Bila êdî ev bi dawî bibin. Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Bila êdî xwîna diherike bisekine. Em ji bo hemû cîhanê edalet û aştiyê dixwazin. Bila êdî îşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe."
 
'Wê têkoşîn bidome'
 
Endamê Rêxistina HDP'ê ya Guzelbahçeyê Huseyin Satilmiş wiha got:"Niha hemû welat bûye mîna girtîgeha vekirî. Li girtîgehan jî li gor hiqûqa navxweyî û navneteweyî tev nagerin. Lê bila vê bizanibin ew ê mirin, zext me ji têkoşîna me neqerînin. Wê têkoşîn bidome."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.