Mûayeneya bikelemçe li rojnameger Ceylan Şahînlî hat ferzkirin
- 10:53 3 Mijdar 2022
- Rojane
ENQERE - Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînli ya li Enqereyê girtîye ji ber muayeneya bikelemçe lê hat ferzkirin û ev yek qebûl nekir, nehat muayenekirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku li Enqereyê hate destpêkirin de di 25’ê cotmehê de Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ên bi îşkenceya polîsan hatibûn binçavkirin, di 29’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya girtin û birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi gumana nexweşiya Hepatît B’yê (Zerik) duh birin nexweşxaneyê. Ceylan a di mûayeneya bijîşk de kelemçe ji destê wê nehat derxistin, tedawiya bi kelemçe qebûl nekir.
Ceylan, bêyî ku were tedawîkirin paş ve birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.