ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 3 Mijdar 2022
  • Rojev
*Di pêvajoya êrişên dewleta tirk de ku ji Nîsanê ve li ser herêmên parastina Medyayê daye destpêkirin, bê navber çekên kîmyewî hatin bikaranîn û ev bi daneyan hatin nîşankirin. Endama rêveberiya Tevgera Azadiyê parêzer Çîro Şhwanî di qalkirina binpêkirinên mafên mirovahî û sûcên şer de diyar kir ku êriş ne ji Neteweyên Yekbûyî û pêkhateyên weke OPCW'ê bê xeber tên kirin. Bêdengiya wan her tiştî eşkere dike. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şirnexê, ji bo meşa 6’ê Mijdarê ku bi dirûşma “Li dijî çekên kimyewî, meşa mirovahiyê” li Silopiyayê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin. " Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Bila herkes dest bide hev tevli meşa dê bê lidarxisitn bibe û dengê xwe bilind bike."  DÎMEN HEYE
 
*Endama BMG’ê Muruvvet Kuçuk li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga meşa di 6’ê Mijdarê de dê li Taksîmê pêk bê kir û got: “Em ê vê meşê wek helwesta li dijî şerê qirêj pêk bînin. Banga me ji bo hemû çîna karker û kedkarênTirkiyeyê ye. Em li hemberî van êrîşan ranewestin wê sibê Tirkiye veguhere dojehê.” DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Sîbel Yukler der barê girtina 9 hempîşeyên xwe de axivî û got: “Ev êrîşek li hember rûmeta pîşeyê ye. Divê em bikevin tevgerê û piştevaniya pîşeyî nîşan bidin.” DÎMEN HEYE