Di Nobeda Edaletê de ji girtiyan re azadî xwestin

  • 16:21 2 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku Nobeda xwe ya edaletê di roja 132'yan de berdewam kirin, ji ber Girtîgeha Kiriklarê ji girtiyan re azadî xwestin.
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan danê destpêkirin di roja 132'yan de li ber Girtîgeha Kirkiklarê berdewam kir. Xizmên girtiyan ên ku berdilkên bi dirûşmên, "Ji girtiyên nexweş re azadî" , "Girtiyên nexweş bila bên berdan" û "Deng bidin zindanan" li xwe kirin, dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bayrakli û Karbaglarê jî tevli çalakiya malbatan bûn.
 
'Bila girtî bên berdan'
 
Di destpêka çalakiyê de dayika Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin Fehîme Poyraz axivî û got, "Zarokên me 30-40 salî di girtîgehan de tên hiştin. Ji xwe cezayê wan qediyaye wê çima poşman bibin?  Zarokên me heta dawiya emrê xwe girtî bimînin jî vê qebûl nakin. Divê girtiyên nexweş jî serbest bên berdan. Di nava çar dîwaran de nexweş dikevin bi qanserê dikevin û bi jana zirav dikevin. Girtiyên nexweş piştî ku dibin li ber mirinê serbest berdidin. Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze bên derxistin. Du kesên nexweş serbest berdan du mirovên tendirustiya wan li cih jî girtin."
 
'Înfaza Ahmed taş ê ku wê bihata berdan hat şewitandin'
 
Ji rêxistina HDP'ê ya Bayrakliyê Înayet Keklîk jî got, di serê sibehê de agahî dan malbata Ahmet Taş ê ku Înfaza wî hatiye şewitandin ji bo ku bên wî ji GIrtîgeha bi hejmara T-2 bigirin. Lê piştre biryara lijneyê hincet nîşan dan û  got, "Dayika wî nexweş bû, bêyî ku lawê xwe bigire paşve vegeriyan. Em vê muameleyê qebûl nakin. Ligel ku cezayê wî qediya bû jî 7 mehên din dirêj kirin."
 
Nobed piştî axaftinan bi dirûşman bidawî bû.