'Divê hemû cîhan ji demokrasiya li Rojava dersê bigire'

  • 09:08 2 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derhênera fîlman a Swêdî Manal Masrî di 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê de belgefîlmê xwe yê bi navê ‘ Touchîn Freedom’ ku berxwedana Kobanê vedigot nîşan da. Manal da zanîn ku Kobanê ji bo gelê Kurd fedekariyek mezin kiriye û ev berxwedan hîna didome.
 
Di 2014’an de xwendekaren Kurd Jenkîdar û Husseîn ji Beyrutê dikevin riyeke ku jiyana wan diguhere. Vedigerin Kobanê û biryar didin ku berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ’ê bikşînin.
 
Piştî pevçûn dijwar dibin her du heval nikarin li wir bimînin diçin Barselona û Parîsê. Piştî vê hewl didin ku tiştên hatine jiyîn bi hemû cîhanê bidin bihîstin.
 
Derhênera fîlm a Swêdî Manal Masrî dîmenên ku her du xwendekaran kişandiye dike fîlm û çîroka xwendekarên ku bû şahidê berxwedanê  bi navê ‘Touchîng Freedom’ derxist pêşberî temaşevanan.
 
Derhênera fîlm Manal, xwendekarên Kurd Jenkîdar û Husseîn pirsên me bersivandin.
 
‘Têkoşînê nîşan dide’
 
*We dîmen di cih de kişandin an jî we dîmenên hatine bikaranîn? We li Kobanê çi dît?
 
Manal: Min Jenkîdar û Husseîn li Beyrutê nas kir û ew ji zûde çûbûn Kobanê. Gelek dîmenên fîlm kişandibûn. Berê kamerayên xwe li Kobanê dan mirovan û  min jî berê kamera xwe da wan. Du salan min kirin fîlmên xwe. Ji ber çîroka Kobanê bû min gelek girîngî dayê.
 
*Mijdara esas a fîlmê we çiye? Hûn peyamek çawa didin?
 
Manal: Di 2014’an de du xwendekarên Kurd Jenkîdar û Husseîn dest bi rêwitiyek ku jiyana wan diguhere dikin. Ev rêwîtî wan dibe warê wan Kobanê. Li wir cara yekem kamerayan digirin destê xwe û berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ’ê dikin belge. Gel li dijî DAIŞ’ê dibe leşker û têkoşîna serbixwe ya Kurdan nîşan dide. Fîlm di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li bajarê Malmo ya Swêdê promiyet kir. Wê di sînemayê de jî di 27’ê Çileyê 2023’yan de li Swêdê bikeve vîzyonê.
 
'Ez gelek bi bandor bûm'
 
*Di şerê Kobanê de tiştê herî zêde bandor li we kir çibû?
 
Jenkîdar:Tiştê herî zêde bandor li min kir, ev bû, min malbat û hevalên xwe winda kir. Min di vî şerî de gelek kesên di jiyana xwe de winda kir. Malên mirovan hatin şewitandin hilweşandin. Bi hezaran kes ji cihên xwe bûn. Merhemeta şer ji kesî re tunebû. Hemû malbat bi bandor bûn. Ji sedî 80’ê bajar hilweşiya.
 
*Çima we hewce bi vî fîlmî dît?
 
Manal:Ev çîrokek girîng a divê bihata vegotin bû. Ez ji dîmenên ciwanên ku ji bo azadiya xwe têdikoşiyan gelek bi bandor bûm. Divê fedekariya wan a ji bo gelê Kurd hatiye kirin neyê jibîrkirin. Ev berxwedana hîna didome têkoşîna gelê Kurd nîşan dide.
 
*Pergala netewa demokratîk a Kobanê, hûn dinirxînin?
 
Husseîn:Kobanê li hember rêxistina terorê DAIŞ’ê têkoşîn meşand û li ser navê hemû cîhanê têkoşînek mezin da. Tevî çekên wan ên giran tunebûn jî ev rêxistina terorê têk bir. Ji ber vê bû sembola berxwedanê. Kobanê bi îradeya xurt DAIŞ têk bir. Ji ber vê Kobanê bi pergala xwe gelek balê dikşîne.
 
*Şoreşa Rojava çima wek şoreşek jinê tê binavkirin, jin çima ewqas xwedî lê derketin?
 
Husseîn: Ji bo Şoreşa Rojava navê Şoreşa Jinê hat danîn ji ber di vê şoreşê de jin çalak û bi bandor bûn. Jinên Kurd ji bo parastina bajar ligel mêran şev û roj têkoşiyan û jinên Kurd ji serdeman de ye bi awayekî îrade û xurt têdikoşin. Di şoreşa Rojava de ev li hemû cîhanê îspat kir. Di berxwedana Kobanê de gelek jin bûn sîmge. Gelek jinên wek Arîn Mîrkan ku bûne sîmgeya berxwedanê hene.
 
*Pergala li Kobanê peyamek çawa dide cîhanê?
 
Husseîn: Pergala demokratîk a Kobanê peyamê dide hemû cîhanê. Ji cîhanê mînak e. Li Rojava pergala hevserokatiyê heye. Di hemû sazî û dezgeyan de jin û mêr wek hev in. Di hikûmet û parlamentoyê de ji sedî 50 jin hene. Divê hemû cîhan ji Rojava dersê bigire.