Civîna komîsyona ji bo Semra Guzel a HDP’yî hatibû avakirin hat taloqkirin

  • 17:11 1 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Civîna Komîsyona Jêr a ku bi mebesta rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hatibû avakirin, ji bo 8’ê mijdarê hat taloqkirin. 
 
Komîsyona amadekar ku ji bo rakirina parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hatibû avakirin, civîna xwe ya ewil li dar xist. Hinceta rakirina parêzbendiya Semra jî weke tevlinebûna wê ya xebatên Lijneya Giştî hatibû nîşandan. Komîsyon, bi Serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Ispartayê Recep Ozel civiya. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî li ser navê Semra Guzel beşdarî civînê bû û ji bo parastinê dem xwest. 
 
Daxwaza Tiryakî hat qebûlkirin û civîn taloqî 8’ê mijdarê hat kirin.