'Mamoste Şebnem erka xwe ya mirova zanist bi cih anî'

  • 16:07 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AYDIN - Tittîfaqa Ked û Azadiyê, diyar kir ku Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê ya girtî Şebnem Korur Fîncancî erka xwe ya mirova zanist bi cih aniye û peyama lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî da.
 
Titîlafa Ked û Azadiyê, girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci ya piştî daxuyaniya ku divê li ser bikaranîna çekên kimyewî yên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bi kar anîne lêkolîn bê kirin bi daxuyaniyeke ku da şermezar kir. Daxuyaniya ku li gel dirûşmên, "Ji mamoste Şebnem re azadî", "Mamost Şebnem rûmeta me ye" û "Bijî hevgirtina şoreşgerî" hat dayîn, Serokê Navçeya Didimê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Bîrol Yilmaz xwend.
 
'Mamosta Sebnem çi pêwîst bû kir'
 
Bîrol, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di rêya hilbijartinê de lez da sazûmankirina faşîzmê û got, stratejiya hilbijartinê ya hikûmetê bi şîdetê hatiye xêzkirin û bi zêdebûna tansiyona civakî re hewl dide faşîzmê serdest bike. Bîro wiha berdewam kir,  "Di dema ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve di çarçoveya sûcên şer de cih digirin, li dijî qanûnên şer tên pênasekirin û bi peymanên cuda cuda tên qedexekirin, di rojeva raya giştî de cih girtin, parêzvana mafên mirovan Şebnem Korur Fîncanci. Berpirsiyariya ku hikûmet li şûna lêkolînkirina îdiayan û destpêkirina lêpirsîneke bibandor bi cih bîne, Şebnem Korur Fncanci ya ku berpirsiyariya xwe diyar kir sûcdar dît. Mamoste Şebnem di hefefê de ye, ji  ber ku bêyî ku gavekê bi paş de bavêje, pêwîstiya zanistiyê bi cih anî. Hikûmet wekî di dema pandemiyê de TTB’ê dike hedef."
 
Herî dawî Bîrol bang li raya giştî kir ku li hemberî binçavkirinan bêdeng nemînin.
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.