Li Şirnexê berxwedana Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin

  • 12:42 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - HDP, DBP û TJA'yê bi minasebeta salvegera rizgarkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk(DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi giyanê Kobanê em ber bi azadiyê ve dimeşin” hate vekirin.
 
Metna daxuyaniyê ji hêla endamên HDP’ê Selahattîn Sarinç ve hate xwendin. selahattîn diyar kir ku gelê Rojhîlata Navîn ji pêvajoyek dijwar derbas dibin û wiha axivî: “Sedsala heyî ji aliyekî ve şahidiya modelên desthilatdariyê yên otorîter û êrîşkar dike, êrîşên barbarî yên li dijî nirxên mirovahiyê, îdeolojiyên çewt ên hewl didin tarîtiyê serdest bikin û li aliyê din jî berxwedanên destanwarî, modelên jiyana nû ku mizgîniya rizgariya mirovahiyê dikin hene. Ev xak ji van hemû geşedan re mêvandariyê dike. Karakterê sedsala nû li Rojhilata Navîn teşe digire, têkoşîna di navbera azadî û koledariyê de, di navbera demokrasî û dîktatoriyê de didome.”
 
Dirûşma 'Jin jiyan azadî'
 
Selahattîn Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Di salvegera 8 ' an de em Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin . Em meşaleya berxwedanê ya ku tarîtiya DAIŞ'ê diçirîne, pêşerojê ronî dike û ruhê enternasyonalîst ê hevgirtina gelên cîhanê silav dikin. Dirûşmên 'Jin jiyan azzadî' ku îro li gel hemû êrîşan berbelav dibin, nîşan didin ku ruhê azadiya Kobanê zindî ye. Bi hişmendiya ku ev ruh wê teqez azadiyê bîne van xakan, em ê helwesta xwe ya alîgirê azadiyê bê tawîz bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.