Kampanyaya tendirustiyê ya ji bo jinan, li Reqayê dewam dike

  • 11:02 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
REQA - Ji bo hişyarkirina di warê tenduristiyê de Buroya Jinê ya Komîteya Tenduristiyê û Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya ya li Reqayê dest bi kampanyaya tendirustiyê ya ji bo jinan kiribûn. Kampanyaya tendirustiyê ya ji bo jinan li Reqayê dewam dike.
 
Li gor nûçeya Nûjinhayê, Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê di mehên derbasbûyî de ji bo jinên bajar û gundewarên wê kampanyayek hişyariya tenduristiyê dabûn destpêkirin. Bi ders û civînan li bajarê Reqayê û gundewarên wê, jin der barê metirsiyên zewaca di temenê biçûk de, bandorên xirab ên sezeryanê kişandina cixareyê û gelek aliyên din ên tenduristiyê de hatin agahdarkirin.
 
Hat diyarkirin ku li ser daxwaza jinan ev kampanya hatiye destpêkirin û li ser mijarên girîng ên mîna zewaca di temenê biçûk de, sezeryan, cixare, paqijiya bedenê û paqijiya jîngehê hatiye sekinandin. Ji ber daxwaza jinan dibe ku dema kampanyayê bê dirêjkirin jî.