Doktor Gîsela Penteker: OPCW di destê desthilatdaran de ye

  • 09:04 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Yek ji doktorên rêxistina IPPNW Gîsela Penteker der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tiriyeyê ve hatiye bikaranîn de nirxandin kir û got rapor û delîl gelek xurtin.
 
 Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 17’ê Nîsanê de êrîş dan destpêkirin û di van 6 mehan de  gelek caran hat rojevê ku çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li gorî  nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Navenda Parastina Gel (HSM) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku navbera 14’ê Nîsan û 14’ê Cotmehê de  Tirkiyeyê 2 hezar û 46 caran çekên kîmyewî bikar aniye. Ji her alî bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome û her wiha ji ber  saziyên navneteweyî nakevin tevgerê rê li ber mezinbûna bertekan vedibe.
 
Yek ji doktorên Rêxistina Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Çekên Nukleerê (IPPNW) Gîsela Penteker det barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Rapor û delîl gelek xurtin’
 
Gîsela da zanîn ku  lêkolîn û raporên hatine amadekirin bi baldarî dişopîne û wiha got: “Ez wan vîdyoyên bi xof dibîm, raporan dibihîzim. Lêkolîn dikim. Hevpîşeyên min û Dr. Jan Aken dema çûn herêmê ez nikaribûm biçim. Lê min rapora wan xwend. Her çiqas israr bikin ku delîl tune ne jî li gorî min dane û delîlên gelek xurt hene.”
 
‘Der barê klorê de dane tespît kirine’
 
Gîsela bi lêv kir ku dane hîn bêtir zêdene lê mekanîzmayên van tespît bikin tune ne û wiha dirêjî dayê: “Pirsigrêka hrî mezin kêmasiyên ji ber mekanîzmayane. Der barê klorê de encam dîtin û hinek daneyên din tespît kirin. Lê divê ev bi berfirehî bên lêkolînkirin.  Em dikarin bêjin ku gelek tiştên hatine bikaranîn hene. Li dijî gaza jehrî têdikoşin lê bi qasî pispor dibînin klor jî heye. Hikûmetên welatên Rojava Tirkiyeyê sûcdar nakin. Ev mijareke siyasiye. Divê em koma NY’ê zêdetir bidin zorê ku raporê amade bike û daneyan tespît bikin.”
 
‘Hiqûqa navnetewî dê rêzdariya xwe winda bike’
 
Gîsela balkişand ser rola OPCW'ê ya vê pêvajoyê û wiha daxuyand: “Me rapora amade kir şand lê hîna bersivek nehatiye dayîn. Ez nizanim ku ev mekanîzmayên van saziyan çawa dixebitin. Divê welatek an jî komek welat talîmatê bide OPCW ku lêkolîna bike. îhtîmalek mezin wê Iraq bertek nîşan bide û bêje lêkolînê bide sekinandin. Ev welat ji bo lêkolînê serlêdanê wê neke. Ev hemû ji bo Kurdan tên kirin. Hiqûqa navnetewî wisa biçe wê rêzdariya xwe winda bike û kes rêzdarî nîşan nede.”
 
‘Hikûmet li hember Tirkiyeyê bêdengin’
 
Gîselayê wiha dirêjî dayê: “Tirkiye zirarê dide hiqûqa navneteweyî. Ger em li dijî van peymanan rêzdar nebin wê kî pê bawer bike. Divê hikûmet zextê li Tirkiyeyê bikin. Ez zêde ne hêvîdar im. Ji ber Tirkiye zirarê dide hiqûqa navneteweyî û di vî warî de bêdengmayînek heye û erê dikin. Dibêjin ‘em hewldana Tirkiyeyê ya ji bo ewlehiyê qebûl dikin’. Ev gelek şaşe.  Bêguman em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ji destê me bê em ê zextan bikin.”
 
‘OPCW di destê desthilatdariyê de ye’
 
Gîsela destnîşan kir ku rewşa derketiye holê nîşan dide ku saziyên navneteweyî êdî naxebitin û got OPCW jî di destê hinek bexşvan û hinek desthilatdariyan de ye.  Gîselayê wiha balkişand ser têkiliya PDK- Tirkiyeyê û wiha dirêjî dayê: “Têkiliya navbera Tirkiye û PDK’ê de bandor li pêvajoyê kiriye. Dema em li têkikliya wan dinêrin, têkiliya Tirkiyeyê ji komên din yên Kurd, zêdeir bi PDK’ê re heye. Em vê demeke dirêje rexne dikin. Heta Kurd nebin yek wê pêvajo zehmet be. PDK mixabin di vê keştiyê de nayê dîtin.  Di vê mijarê de daxwaza wan tune ye. Ji ber vê şertên din jî şûnde dikevin.  Me ev li Sûriyeyê dît, li vir dît û li Herêma Federe ta Kurdistanê jî dît.”
 
‘Madeyek ku bandor li sînîr dike ye'
 
Gîselayê der barê dîmenên vîdyoyê de jî ev nirxandin kir: “Ev dişibe madeyek jehrî ya  ku bandor li sînîran dike ye. Belkî sarîn an jî madeyek wek wê ye. Em nizanin kîjan made ye. Dibe ku fosfora sipî be jî. Lê fosfora sipî wek têgeh di nav çekên kîmyewî de cih nagir.e Li gorî OPCW'ê ne çeke.  Ez vê helwesta wan rexne dikim. Gelo li gorî çi  em ê bêjin çeka kîmyewî. Em vê madeya ku mirovan dikuje çawa bidin nasîn.”
 
‘Sazî bê bandor dimînin’
 
Gîselayê wiha dawî lê anî: “Mijara esas û girîng ev e ku êdî saziyeke ku nirxa wê heye tune ye. Mixabin mirovên ku van saziyan destê xwe de digirin hene. Ji ber vê jî sazî û dezgeyên wisa bê bandor dimînin û nikarin peywira xwe bikin. Biqasî dibînim yên OPCW jî bêdeng dimînin. Ez li dijî tiştê li hember Kurdan pêk tên xemgînim. Hêvîdar im rojekê wê aştî pêk bê.”