Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana JINNEWS û MA'yê hat kirin

  • 16:25 31 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
WAN / STENBOL - Li Wan û Stenbolê partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ji ber girtina 9 rojnamevanan ji bo piştevaniyê serdana JINNEWS û MA’yê kirin. Di serdanê de peyama nikarin dengê heqîqetê bibirin hat dayin. 
 
Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li Wanê ji bo piştevaniyê serdana Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn girtin, kirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Handan Karakoyûn a di serdanên de axivî, diyar kir ku feraseta ku rojnamevan binçavkirin û girtin baş nas dikin û wiha got: “Em sedemê van operasyonê li dijî çapemeniya azad dizanin. Lê bila bizanin ku her dem em ê bi berxwedanek û têkoşîneke mezin li dijî wan bin. Çapemeniya azad ku ji Apê Mûsa û vir ve li dijî zext, astengkirin û mirinan bêdeng nebûye heye û ev kevneşopî berdewam dike. Em jî dê xwedî derketina vê kevneşopiyê bidomînin. Berxwedan jiyan e.”
 
‘Ev zext û astengî polîtîkayên ku li dijî heqîqetê hatine kirinin’
 
Dû re parlamentera HDP’a Wanê Mûazzez Orhan diyar bi lêv kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad bi dehan salan e berdewam dike û wiha axivî: “Ev zext û astengî polîtîkayên ku li dijî heqîqetê hatine kirinin. Naxwazin heqîqet derkeve holê. Ji ber ku pratîka şerekî qirêj dimeşînin. Ev binçavkirin û girtin têkidlarî vê yekê ne. Dengê çapemeniya azad tu carî nekarin bibirin wê ji niha û şunde jî nekarîn bibirin. Pênûsê Çapemeniya Azad wê tu caran nekeve erdê. Ev bar barê me hemûyan e, em ê di nava piştevaniyê de bin. Wê nekarîn dengê heqîqetê bibirin. Em ê her tim li her derê gotina heqîqetê bidomînin.”
 
‘Polîsan hewl dan serê wan bitewînin lê nikarin’
 
Nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tûnç a ji bo piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeş kirin,wiha got: “Em baş dizanin ku bi çi armancê hevalên me girtin. Em ji Apê Mûsayan Gurbetellî Ersozan heta niha li dijî hemû zext û astengkirinan derxistina heqîqetê didomînin. Dema hevalên me hatin binçavkirin, polîsan hewl dan serê wan bitewînin lê nikarin. Ji ber vê yekê em li cihê rast in û dixwazin her kes weke xebatkarekî çapemeniyê bi me re di nava piştevaniyê de be.”
 
Stenbol
 
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr û endamên Desteya Rêveber û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi armanca piştgiriya bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS'ê re ku nûçegîhanên wê di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin çûn serdana Buroya Stenbolê ya MA'yê. 
 
Peyama piştevaniyê
 
Hevberdevkên HDK’ê yên di serdanê de axivîn, diyar kirin ku desthilat ji salên 90’î vir ve êrişên li dijî Çapmeniya Azad didomîne, xebatkarên Çapemeniya Azad jî tu car ji heqîqetê tawîz nedan û li dijî êrişan wê di nava piştevaniyê de bin.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî diyar kir ku di demekî ku îtîrazên civakî bilind dibin de girtina rojnamevanan li dijî mafê nûçe wergirtinê weke êrişeke giran dibînin. Parêzeran bi lêv kirin ku rojnamevanên kevneşopiya Çapemeniya Azad didomînin ji nêz ve nas dikin û wê di her şert û mercan de li cem wan bin.